ZANÎNA WÊJEYÎ/EDEBÎ
#Lokman Polat#
Min ê sernavê nivîsa xwe “Zanîna Edebî û Xwendevan” daniyaya. Lê, di rojnamegeriyê de sernavên nivîsan kin be û balkêş be, hîn baştir e. Loma jî min sernavekî kin “Zanîna Edebî” nivîsî. Lê, ez ê ne tenê behsa zanîna edebî bikim, herweha ez ê behsa zanîna edebî û xwendevanan bikim.
Di jiyana edebî de, ji bo her nivîskarî zanîna edebî pêwîst e. Divê nivîskar pîvanên edebî, teknîka nivîsînê, metoda bi hevûdu girêdanê û herweha gelek tişt zanibe û haya mirov ji teoriya edebiyatê û ji edebiyata cîhanê hebe.
Zanîn bêdawî ye. Mirov çiqas bibêje ez zanim, haya min ji hertiştî heye jî, mirov gelek tişt nizane û haya mirov ji gelek tiştan tune. Mirov bi perwerdê, bi xwendinê û ji jîyanê her roj tiştên nuh fêr dibe. Çawa ku civat û xwendevan ji nivîskaran gelek tişt fêr dibin, herweha nivîskar jî ji civatê û xwendevanan pir tiştan fêr dibin.
Hinek dibêjin “Nivîskar ji herkesî pirtir berhema xwe nas dike, berhema xwe fêm dike.” Bi min ne weha ye. Hinek xwendevan û carna jî hinek rexnegir berhema nivîskar ji nivîskar baştir fêm dikin.
Mirov tiştekî biafrîne, nayê wê manê ku wê baş fêm dike. Dê û bav, zarok dixulqînin, lê carna ew zarokê ku xuliqandine baş fêm nakin. Car heye hevalên zarokên wan, ji wan baştir zarokên wan fêm dikin, nas dikin.
Zanîn û şîrovekirina herkesî wekhev nîn e. Her însan li gor xwe nirxandinên cuda dike. Car heye, nirxandina xwendevanekî ji nirxandina nivîskar rastir, objektîftir û baştir e. Dema nivîskar berhema xwe dinivîse û diweşîne, dibe ku gelek tiştan, şaşî û kêmaniyan nebîne. Lê xwendevanekî ku bi çavê rexnegirî bi baldarî berhemê bixwîne, dikare di berhemê de gelek şaşî û kêmanîyan bibîne.
Xwendevan û rexnegirên edebî, bi çavên ku nivîskar li berhema xwe mêze dike, mêze nake. Ew li gor bîrûbawerîyên xwe, li gor zanîna xwe ya edebî, li berhemê mêze dike û li gor xwe berhemê dinirxîne.
Helbet zanîna edebî gelek girîng e. Gelek xwendevan û rexnegir hene ku di hêla zanîna edebî de ji gelek nivîskaran zanatir in. Rexnegir -helbet ne rexnegirên hesûd û zikreş- û xwendevanên zana, li gorî kapasîta zanîna xwe karin berhema nivîskar ji wî baştir binîrxînin. Hinek rexnegir û xwendevanên ku karê rexnegiriyê bi şêweyekî profesyonelî pêk tînin, bi nirxandin û analîzên xwe, karin rê nîşanî nivîskar bidin. Nivîsên wan ên rexneyî ji bo nivîskar dibe alîkariyeke girîng, nivîskar ji rexneyên wan sûdê werdigrin, bi şaşî û kêmaniyên xwe dihesin.
Di gelek welatan de, yê ku riya pêşveçûna pêvajoya edebiyatê tayin dikin, rexnegir in. Rexnegir, dibe xwedî otorîte. Li Rusya`yê rewş weha bû û rexnegir Belînskî di edebiyata Rûsî de bûbû otorîtek. Min navê sernivîseke xwe danîbû “Xweziya Belînskîyekî Me Kurdan Jî Hebaya” (Ew nivîs heft sal berê di rojnama “Roj”ê de derketibû.) lê, çi heyf ku hêj jî rexnegirekî wek Belînskî ê kurdan tune ye.
Belê, rexnegirên kurd yên edebiyata kurdî hindik in. Lê, xwendevanên kurd, bi qasî ku tê xwestin pir nebin jî, hene, ew bi kurdî dixwînin û ew gelek caran ji rexnegirekî baştir berhemên edebî dinîrxînin. Min bi xwe ji dîtin û nirxandinên xwendevanan gelek feyde dîtiye. Tiştên ku min di berhemên xwe de nedîtiye, kêmanî û serketinên ku di berhemên min de hebûne, min bi saya xwendevanan dîtiye. Ez bi xêra xwendevanan gelek tişt fêr bûme.
Li gor bîrûbaweriya min û li gorê zanîna min a edebî, nivîskar, berhem û xwendevan bi hevûdu ve girêdayîne, hevûdu temam dikin.
[1]