$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Arjîn Cizîrî
Nav paşnav. Fatma Turk
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Sahiye-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 07-07-2021 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Arjîn li Cizîr a ku sembola welatparêziya li Kurdistanê ye li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber taybetmendiyên şoreşgerî û welatparêziyê ya cihê lê ji dayik bû û lê mezin bû, hevrêya me Arjîn şoreşgereke xwezayî bû. Pêvajoya siyasî û civakî gelekî baş nirxand, têgihişt û baweriya xwe bi wê anî ku ji aliyê leşkerî ve divê xwe bi pêş ve bibe. Ji bo vê jî gihîşt wê baweriyê ku karakterê pêvajoyê çi dibe bila bibe her ciwaneke/î Kurd divê ji bo parastina xwe û gelê xwe ji aliyê leşkerî ve xwe perwerde bike.
Li ser vê bingehê, sala 2015'an ku dijmin amadekariya êrişeke giran dikir, tevlî nava refên gerîla bû. Bi saya vê kesayetiya xwe ya pêşdîtî, di demeke kurt de hînî rêbaza bi tevger û jiyana gerîla bû, xwe ji pêvajoya zehmet re amade kir. Hevrêya me Arjîn ji polîtîkayên çareseriyê yên sexte yên dijmin bawer nekir, her tim xwe ji qadên şerê giran pêşniyar kir. Bi qasî ku girîngî dida kar û perwerdeya leşkerî, karên îdeolojîk jî di heman astê de girîng didît, ji bo bibe gerîlayeke jin a azad gelekî hewl da. Ji bo vê jî kûrbûna di Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo de ji xwe re kir esas. Di encama kûrbûna leşkerî û îdeolojîk de bi berpirsyarî û wezîfeya pêvajoya dîrokî, ji bo bersiveke baş bide, bi rengekî fedakar tevlî bû. Bi saya vê tevlîbûna fedakar û bêhesab bi erka fermandariyê rabû û weke fermandareke YJA Starê ya serketî li herêma Heftanînê bi erkên girîng rabû. Bû yek ji fermandarên ku li herêma Heftanînê pêşengî ji berxwedanê re kir. Hevrêya me Arjîn bi kesayetiya xwe ya xwezayî û bi sekna xwe ya bi pîvan wê weke fermandareke mîna a jinê her tim di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe bigire.[1]