$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Kandîl Zap
Nav paşnav: Şervan Îbrahîm Mehdî
Cİhê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Selva-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 07-07-2021 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Kandîl li bajarê Amûdê yê Rojava ku warê şoreşa gelan e li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di salên xwe yên ciwantiyê de di pêvajoya şoreşê de partiya me PKK ji nêz ve nas kir. Li Rojava di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de fedakarî û şêweyê jiyana bi pîvan a hevrêyên ku şehîd bûn ji nêz ve dît û bi bandora vê yekê sala 2016'an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Tevlîbûna li nava refên gerîla weke yek ji serdemên diyarker ên jiyana xwe dît û heta jê hat xwe li jiyana gerîla girt. Bi taybetmendiya xwe ya kedkarî û tevlîbûna bê hesab di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û ji vê sekna xwe bi kêliyekê jî tawîz neda. Hevrêyê me Kandîl ji bo bersivê bide êrişên dijmin ên li ser destketiyên gelê me, gihîşt wê baweriyê ku divê di hunera leşkerî de xwe kûr bike û timî xwest xwe bi pêş bixîne. Bi baweriya ku bi gerîlatiyê dikare mêtingeriya li Kurdistanê têk bibe, ji bo xeta gerîlatiya dema nû fêhm bike Û bi cih bîne gelekî hewl da. Bi taybetî li Heftanînê di pêvajoya şer de bû yek ji hevrêyan ku taktîkên şerê nû bi cih anî. Bi gelek çalakiyan rastiya van taktîkên şer ispat kir. Li qada şer bi sekna xwe ya bi wêrek ji bo hevrêyên xwe bû hêz û moral. Hevrêyê me Kandîl di heman demê de bi sekna xwe ya têgihiştî ya li nava jiyanê weke milîtanekî Apoyî yê bi mînak bû milîtanekî nayê jibîrkirin ê berxwedana Heftanînê.[1]