$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Avesta Cûdî
Nav paşnav: Esra Toglik
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatîm-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 08-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Avesta li bajarê Şirnexê ji dayik bû ku gelê me yê li vê herêmê her tim xwedî li Têkoşîna Azadiyê derdikeve û di afirandina kevneşopiya serhildanê de xwedî roleke mezin e. Li nava malbatekê mezin bû ku nirxên xwe yên welatparêziyê gelekî xurt e û gelek milîtanên nemir da têkoşînê. Hevrêya me Avesta zû têkoşîna azadiyê nas kir. Di zarokatiyê de çav li gerîla ket û weke jineke Kurd a ciwan timî dixwest bibe gerîla. Sala 2014'an li ser bingeha artêşbûna jinê li Botanê tevlî nava refên gerîla bû û di demeke kurt de şareza bû, di asta pêşengiyê de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Ji bo ku bi kûrbûna li ser xeta Rêber Apo bibe milîtaneke baş a PAJK'ê timî hewl dida. Hevrêya me Avesta bi keda xwe, xwe afirand û tiştên ku hîn dibû dida derdora xwe. Weke milîtaneke bi vî rengî ji aliyê hevrêyên xwe ve dihate hezkirin. Dema ku dewleta Tirk a mêtinger li ser Avaşînê dest bi operasyona dagirkeriyê kir, tevî hevrêyên xwe derbên giran li dagirkeran xist û taktîkên gerîla yên serdema nû li qadê xiste meriyetê. Li herêma Avaşînê rêbaza şerê tîm ê gerîla xurt kir, pêşengî jê re kir û fermandariya demê ya YJA Starê bi rengekî serketî temsîl kir. Li her devera ku dagirker lê bûn, çalakiyên afirîner bi rêxistin dikir û cihê xwe di nava van çalakiyan hemûyan de digirt. Ji bo serketina çalakiyan jî bêsînor ked dida. Hevrêya me Avesta weke jineke Kurd a ciwan bi îradeya milîtaniya Apoyî bênavber têkoşiya û ji m hevrêyên xwe re xeta serketinê weke mîrate hişt. Xeta fedayî ya hevrêya me Avesta wê rêya me ronî bike.[1]