Qedrî Yildirim (jdb. 5ê sibata 1959an, Licê, Diyarbekir - m. 26ê adara 2021an, Diyarbekir), akademîsyen, nivîskar û parlamenterê kurd e. Ew di 5ê sibata 1959an de li navçeya Licê ya Diyarbekirê ji dayik bû. Navê bavê wî Masûm û navê diya wî jî Xanim e. Di heman katî de jî ew ji bilî zimanê kurdî zimanên tirkî, erebî, farisî û îngilîzî jî dizane.
Ew dozîneya xwe di Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Harranê de temam kir. Paşî 13 sal jî mamostetî kir. Ew li Zanîngeha Dîclê û Zanîngeha Artukluyê de xebitî.
Qedrî Yıldırım der barê ziman, dîrok û wêjeya kurdî de gelek pirtûk nivîsandiye. Hejmara pirtûkên ku bi xwe nivîsandiye 14 e.
Qedrî Yildirim di 24ê adara 2021an de ji ber nexweşiya xwînçûna mejiyê rakirin nexweşxaneyê, piştre di 26ê adara 2021an de wefat kir. [1]