Şexsîyeta Gewre ya Efsaneyî
Siddik Bozarslan
”Di dîroka gelek neteweyan da hin şexsîyetên gewre derketine ku rolên mezin leystine; piştê ku ji vê dinê çûne li pey xwe şopên gelek fire û kûr hiştine. Peyveka pêşîyan a Kurdî heye, weha dibêje: ”Pirêzên mêran li meydanê ne.” Şexsîyetên gewre jî di dîrokên gelên xwe da li pey xwe pirêze dihêlin û diçin. Welew ku di nava gelên wan da di heqê jîyana wan da pirr tişt neyên zanîn jî, ew dîsa Roj in û ronayî didin ser gelên xwe. Piştê ku ew ji vê dinê diçin jî gelên wan, wan ji bîr nakin, di heqê wan da hin tiştên efsaneyî çêdikin, diafirînin, li hev tînin û belav dikin. Bi afirandin û belavkirina wan tiştên efsaneyî, ew gewretir dibin û ronayîya wan zêdetir dibe.
#Ehmedê Xanî# jî yek ji wan şexsîyetên gewre bûye; di dîroka neteweyê Kurd da roleka wisa mezin leystîye ku rûmeta wê ne tê pîvan, ne jî tê wezinandin. Piştê ku mala xwe ji vê dinê bar kirîye û çûye jî, gelê Kurd di heqê wî da hin tişt gotine û belav kirine. Wek ku me li jor jî got, di heqê êl û malbata wî da, di heqê navên bav û bapîrê wî da, di heqê cîyên xwendin û gera wî da tiştin hatine gotin, peyvin hatine belavkirin. Ji alîyê zanyarî ve gerçî mirov nikare wan tiştan wek bûyer û rastîyên belgeyî qebûl bike lê normal e ku li dora şexsîyeteka ew qas gewre ya wek şexsîyeta Ehmedê Xanî tiştên wisa bên çêkirin, peyvên wisa bên belavkirin û efsaneyên wisa bên lêkanîn.
Yek ji peyvên ku di heqê Xanî da hatine gotin, ji alîyê nivîskarê Kurd Dr. Nûredîn Zaza ve hatîye guhastin, bi îmza ”Nûredîn Ûsif” û bi sernivîsara ”Şîretên Ehmedê Xanî” di kovara ”Hawar” da hatîye nivîsîn. Dr. Zaza di wê nivîsarê da daye zanîn ku Ehmedê Xanî rojek 60 zarûkên Kurd birine mala xwe û ji wan ra zîyafetek pêşkêş kirîye; hin ji wan zarûkan keç bûne, hin jî kur bûne; Xanî li wan zarûkan du şîret kirine. Şîreta wî ya pêşîn ew bûye ku ew xwe hînê hezkirinê bikin û ji hevalên xwe, ji dê û bavên xwe hez bikin; bi wan daye zanîn ku bi wî awayî ew dê hînê hezkirina dîya me giştan Kurdistanê bibin.
Şîreta wî ya 2´yan jî ew bûye ku zarûk pirr bixebitin, da ku hem mamostayên wan ji wan dilxweş bibin û hem jî wijdanên wan ji wan razî bibin; bi wan daye zanîn ku ew bi wan bextyar e, daxwaz kirîye ku ew jî bi wî dilxweş bin da ku welêt jî bi hezkirina wan tim şa be. (Nûredîn Ûsif, ”Hawar”, hejmar 32, r. 12, 1 îlon 1941,jêder. ME Bozarslan)
Her weha, tê gotin ku Xanî gelek jîr û henekbêj û peyvxweş û hazirbersîv bûye. Li ser jîrî û hazirbersivîya wî meselokek jî heye. Ew meselok di sala 1949´an da ji alîyê M. Salih Cafer ve hatîye guhastin û di kovara ”Gelawêj” da hatîye weşandin. Sadiq Behadîn Amêdî jî di pirtûka xwe ya bi navê ”Hozanvanêt Kurd” da wek jêrenotek cî daye wê meselokê. Di wê meselokê da tê gotin ku dema Xanî li Cizîrê bûye, gelek caran çûye Dîwana Mîrê Botan û beşdarê hevpeyvîna wî bûye; kêfa Mîr jî gelek ji peyv û henekên wî ra hatîye. Carek Mîr ji Xanî ra xeber şandîye û jê daxwaz kirîye ku bê Dîwanê. Lê Xanî daxwaza Mîr ji bîr kirîye û neçûye. Li ser wê yekê Mîr jê xeyîdîye. Dema bihîstîye ku Mîr jê xeyîdîye, rabûye çûye Dîwanê. Mîr, ji ber ku jê xeydan bûye, berê xwe jê zivirandîye û pişta xwe day´ê. Hingê Xanî çûye li pêşberê wî rawestaye û gotîye ”min bihîst ku tu ji min xeyîdî, lê nuha ez dibînim ku tu ji min nexeyidî”. Mîr pirsîye ku çawa dizane ku jê nexeyidîye. Xanî weha bersîv daye: ”Mîrê min, nê te pişta xwe da min. Ez dizanim ku tu pişta xwe nadî dijminê xwe!” Li ser wê bersîvê Mîr kêfxweş û dilşa bûye. (Sadiq Behadîn Amêdî, ”Hozanvanêt Kurd”, r. 314) [1]