Dengbêjîya Jinan di Radyoya Erîvanê da
Habibe POLATTAĞ
=KTML_Bold=Kurte=KTML_End=
Edebîyata dengbêjîyê di salên dawî da bala gelek akademîsyen û vekoleran kişandîye û bûye mijara gelek xebatan. Dengbêjîya jinan jî bûye mijareka sereke. Digel vê yekê afirînerî û îcrakarîya jinan di vî warî da zêde nehatîye vekolan. Ev xebat dê vekolanekê di vê çarçoveyê da bike. Gelek berhemên dengbêjîyê ên klasîk ji alîyê jinan ve hatine afirandin. Jin di îcrakirina vê hunerê da jî her tim aktîf bûne lê ji ber şert û mercên civakî her tim gavekê li paş mêran mane. Piştî belavbûna radyoyan jinan derfet dît ku dengê xwe bilind bikin û di vê hunerê da ji pişt perdeyê derbasî sehneyê bibin. Dengbêj û stranbêjên Radyoya Erîvanê Sûsika Simo, Fatma Îsa, Aslîka Qadir, Belga Qado û Zadîna Şekir di vî warî da bûne mînakên baş. Me di xebata xwe da pêşî nasandina dengbêjîyê kir, piştra me têkilîya jinan û dengbêjîyê nirxand û di beşa dawî da jî me ji dengbêjên Radyoya Erîvanê çar mînakên ji jinan dan.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=479716&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=انقر لقراءة Dengbêjîya Jinan di Radyoya Erîvanê da=KTML_Link_External_End=
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,037 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!