Berawirdkirina Kovara Hawarê û Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê ji Alîyê Rastnivîsînê ve
Sevda ORAK REŞİTOĞLU
=KTML_Bold=Kurte=KTML_End=
Zimanê hevpar ku bi saya zimanê standard çêdibe, ne tenê têkilî û danûstendinê hêsan dike, rê dide ku çanda gelekî bilind bibe, bi vê re girêdayî rewşa xwendewariyê jî zêde dibe û bivê nevê berhemdarî jî digihîje asta jortir. Standardîzasyona ku bi piştgiriya dewletê û avakirina komîsyonan encameke baş dide, li cem kurdan bi awayekî din, ango bi kovarekê çêbû. Celadet Alî Bedirxanê ku vî karê komîsyona “nefermî” girt ser milên xwe, bi hevalên xwe re kovareke nû ya bi navê Hawarê derxist ku alfabeya vê kovarê ya latinî bû, xebatên li ser ferhengê û rêzimanê jî tê de cih digirtin. Piştî Hawarê çend xebatên rastvîsê pêk hatin. Yek ji wan jî Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê ye. Armanca vê xebatê ew e ku em ji aliyê rastnivîsê ve Hawar û Rêbera Rastnivîsînê bidin ber hev.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=479722&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=انقر لقراءة Berawirdkirina Kovara Hawarê û Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê ji Alîyê Rastnivîsînê ve=KTML_Link_External_End=