$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şahîn Amed
Nav û paşnav: Abdulvassif Mavînehîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Yuksel - Ferman
Dîrok û cihê şehadetê: 20-08-2021/ Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şahîn li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku li Amedê ji dayik bû û mezin bû, hevrêyê me Şahîn hîn di temenê zarokatiyê de bû xwedî kesayetekî serhildêr, li hemberî zext û zilmê ti carî bêdeng nema û li her devera ku lê bû têkoşiya. Polîtîkayên qirkirinê û zextê yên dijmin hîn di ciwantiyê de pê hesiya û biryar da ku divê li hemberî vê yekê teqez têbikoşe. Hevrêyê me Şahîn bi tevlîbûna li nava refên gerîla rêbaza herî bi bandor a têkoşînê bi pratîka xwe nîşanî ciwanên Kurdistanê da. Bi kîn û hêrsa li dijî dijmin tevlî nava refên gerîla bû û ev hêrsa xwe piştre veguherand bingeha têkoşîneke rêxistinî. Lewma li gel temenê xwe yê ciwan bi nêzîkatiya xwe ya têgihiştî bala hevrêyên xwe kişand ser xwe. Hevrêyê me Şahîn bawer dikir ku rêbaza herî xurt a têkoşîna li dijî dijmin, xweperwerdekirin e û bi taybetî di hunera leşkerî de xwe bi pêş xist. Di bikaranîna gelek çekan de xwe kir pispor, tiştên ku hîn dibû jî bi hevrêyên xwe re parve dikir û bi vî rengî erka xwe ya hevrêtiyê bi cih dianî. Ji bo tiştên hîn bûye tenê di teoriyê de nemîne xwe pêşniyar kir ku biçe qadên şerê germ Bakur û Şengalê. Li ser vê bingehê li eniya Şengalê tevlî şerê li dijî faşîzma DAÎŞ'ê bû û ji bo xelkê me yê Êzidî ji komkujiyê rizgar bike kedeke mezin da. Piştî ku wezîfeya xwe ya li Şengalê bi rengekî serketî bi cih anî, bêyî navberê bide derbasî herêma Heftanînê bû ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer bike û rola xwe li vê derê jî bêkêmasî bi cih anî. Bi enerjiya ji hêrsa li dijî dijmin bi tempoyeke mezin cihê xwe li gelek eniyên li qada Heftanînê girt û hem bû şahidê berxwedana dîrokî hem jî bû parçeyek ji vê berxwedanê. Bi dilsoziya xwe ya bi nirxên partiyê û durust, ji bo hevrêyên xwe bû cihê hurmetê, çavkaniya hêz û moralê.[1]