$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Agît Berxwedan
Nav û paşnav: Raîf Barçin
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Halîme - Îzzettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 20-08-2021 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Agît li Şirnexê ji dayik bû ku vê qadê di her şert û mercî de xwedî li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derket û bi hezaran ewladên xwe fedayî refên şoreşê kir. Li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku her tim bi nirxên civakî yên kevnar ên Kurdistanê dilsoz e û zû têkoşîna azadiyê nas kir. Demekê tevlî karên ciwanan bû û li dijî siyaseta îmha, înkar û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger a li dijî gelê me, her tim têkoşiya. Hevrêyê me Agît sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû û ji bo xwe kir armanc ku li ser şopa fermandarê nemir Agît (Mahsûm Korkmaz) bimeşe. Di demekê de ku êrişên dagirkeriyê dest pê kir tevlî nava refên gerîla bû, ji Besta heta Herekolê li qadên herî giran tên êkoşînê bênavber gerîlatî kir. Hevrêyê me Agît tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeriyê bû û tevî ku birîndar bû ji Botanê neçû, zû rehet bû û têkoşîna xwe dewam kir. Di sala 2019'an de derbasî herêma Heftanînê bû, tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê li vê qadê jî nîşan da û pêşengî ji enerjiya mezin a li vê qadê re kir. Bi fedakarî û kesayetiya xwe ya fedayî dihate naskirin û li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Sekn û şerê şoreşgerî yê hevrêyê me Agît wê heta serketinê rêya me ronî bike.[1]