$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Êriş Andok
Nav paşnav: Abdullah Yîgît
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Meryem-Selîm
Dem û cihê şehadetê: 07-09-2021/ Kato Marînos
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Êriş li Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Mîna her zarokekî Kurd ê li Botanê ji dayik bû û mezin bû, ji zarokatiyê ve rûyê zordar ê dewleta Tirk a qirker nas kir. Di heman demê de şahidî ji berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya Partiya me re kir. Berxwedana lehengî û destanî ya Gerîlatiyên Azadiyê yên Kurdistanê û pêngavên ku dagirker li Kurdistanê tengav dikir, bi heyraniyeke mezin şopand. Her tim dixwest bibe parçeyek ji vê berxwedana destanî.
Hevrêyê me Êriş sala 2013'an ji bo vê armanca xwe pêk bîne tevlî nava refên gerîla bû. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkarî û fedakarî li nava refên gerîla di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Hevrêyê me Êriş di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bi rengekî bênavber gerîlatî kir û bû xwedî tecrûbe. Di nava vê pêvajoyê de bi sekna xwe ya bi pîvan û dilnizm a li nava jiyanê; her wiha bi wêrekî û sekna xwe ya bi dîsîplîn a li nava şer bû mînak ji hevrêyên xwe re. Tevlî gelek pratîkên şer bû, di asta pêşengiyê de derbên mezin li dijmin xist. Ji bo tecrûbeya xwe ya şer bêhtir bi cih bîne û bi bandor be timî hewl da li Bakurê Kurdistanê tevlî pratîkê bibe û di encama vê kûrbûna xwe de şensê gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê bi dest xist. Bi taybetî gerîlatiya li Botanê li cihê ku lê ji dayik bû û mezin bû ji bo xwe weke avantajê dît. Bi têgihiştina ku derba herî biçûk a li vê qadê li dijmin bê xistin wê encamên xwe gelekî mezin be, biçûk an jî mezin her kar û wezîfe bi daxwaz û moraleke mezin bi cih anî. Hevrêyê me Êriş di van hewldanên xwe de serketinên girîng bi dest xist û li gelek qadên Botanê pêşengî ji karên serketî re kir.[1]