$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şoreş Masîro
Nav paşnav: Îbrahîm Kaya
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Ayşe-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 09-08-2021 / Besta
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şoreş li bajarê berxwedanê yê Serhedê Wanê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber ku derdora lê welatparêz bû û dijmin polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me bi rengekî şilfûtazî dikir, hevrêyê me Şoreş hê dema ciwan tevlî nav xebatên şoreşê dibe. Li derdora ku lê dijiyan ji ber ku yekîneyên gerîla xebatên aktîf dikirin, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nas dike û dixwaze bibe gerîla, xeyal ku bibe gerîla pê re çêdibe. Piştre sala 2018'an li qada Masîro piştî ku 6 hevrêyên me şehîd dibin hevrêyê me Şoreş bandor lê dibe, bersiveke bimane dide rastiya şehîdbûnê û biryarê dide ku tevlî nav refên gerîla dibe.
Ji dema ku tevlî nav refên gerîla dibe hevrêyê me Şoreş li qada Bakurê Kurdistanê xebatên pratîk dike, dibe milîtanekî zîrek. Bi enerjiya ciwanbûnê û nirxên moralê yên Apoyî tim xwe bi pêş ve dibe û di demeke kurt de di qada leşkerî û îdeolojîk de dibe xwedî tecrûbeyeke girîng. Ji bo ku gerîlatiya modern a serdema nû jiyanî be vê tecrûbeyê bi kar tîne, hewldaneke mezin dide û gav bi gav têkoşîna vê dide. Bi kedkarî û dilnizmiya xwe hemû hevrêyên wî qedr didinê, hevrêyê me Şoreş bi azwerî û biryardariya têkoşînê her demê wê were bibîranîn.[1]