$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Jiyan Koçer
Nav paşnav: Dîlan Înan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Mûhbet-Tayyar
Dem û cihê şehadetê: 09-08-2021 / Besta
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Jiyan li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kuridstanê nirx afirand, ji dayik bû. Ji ber ku ji nava malbata wê şehadet hebûn û bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bûn, ev yek bû sedem ku hevrêya me Jiyan Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas bike û jiyana sîstemê ya ku ji bilî koletiyê tiştekî nade jinê red kir û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Jiyan ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve hînî jiyana nû bû û hewl da timî xwe perwerde bike û bi pêş ve bibe. Bi taybetî li ser rola ku sîstema bi serweriya mêr û civakê li jinan ferz dike gelekî kûr bû û bandora sîstemê ya li ser kesayetiya xwe zû ji holê rakir û helw da bibe jineke azad. Li dijî faşîzma dewleta Tirk a ku qirkirinê li gelê me ferz dike û li ser vê bingehê li her qada jiyanê êrişî gelê me dike, ji bo karibe têkoşîneke hîn xurtir bimeşîne û tola hevrêyên şehîd hilîne di hunera leşkerî de xwe bi pêş ve bir û bû gerîlayeke pêşeng a YJA Starê. Tevî ku gerîlayeke ciwan bû bi coşa xwe ya li nava jiyana têkoşînê, ji bilî azadiyê tiştek nedixwest û bi sekna xwe ya biryardar a li xeta serketinê bû mînakek herî hêja ji hevrêyên xwe re.
Xelkê me yê Şirnex, Wan û Sêrtê ku bi hezaran ewladên xwe yên leheng da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û pêşengî ji welatparêziya Kurdistanê re kirin, careke din ewladên xwe yên herî hêja diyarî têkoşîna azadiyê kir û bi erka pêşengiya serketinê rabûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Azad, Êriş, Şoreş û Jiyan, ku di vî şerê rûmetê de bûn mînakên mezin ên lehengiyê, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza serketinê ya ku me dane şehîdên xwe û Rêberê xwe dubare dikin.[1]