$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Amara Cûdî
Nav paşnav: Rojîn Ramazan
Cihê jidayikbûnê: Dêrîk
Dayik-Bav: Hukmiye-Mûhammed Saîd
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Amara li Dêrikê ya ku gelek milîtan ji Şoreşa Azadiya Rojava re gihandiye, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Heval Amara di temenekî ciwan de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye, piştî ku têkoşîna me nas kiriye, ji bo ku xeyalên azadiyê yên gelê me pêk bîne, di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Heverê Amara li ser xeta PKK û PAJK’ê kûr bûye, li ser vî esasî her dem xwestiye xwe bi pêş bixe. Wekî jineke ciwan têkoşîna azadiyê bênavber domandiye û bûye fermandareke li gorî ruhê demê. Bi kesayetiya xwe ya mutewazî û kedkar di nav hevalên xwe de rêz û hezkirineke mezin bi dest xistiye û hemû hevalên wê xwestiye pê re têkoşînê bimeşînin. Hevrê Amara li hemberî êrişên berfireh ên ku dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Nîsanê de daye destpêkirin, wekî fermandarekê di eniya pêş de cihê xwe girtiye û bûye yek ji pêşenga berxwedana Werxelê. Li Werxelê di nav şertên dijwar de, di hemû çalakiyan de cih girtiye yên ku derbên giran li dijmin hatiye xistin, ji bo ku ruhê berxwedan û serfiraziyê yên hevrêyên wê her dem zindî be, kedeke mezin daye. Hevrê Amara bi tarza xwe ya şer tevî hevalên xwe yên di bin fermandariya xwe de bûye yek ji sembola Berxwedana Werxelê ya ku bi herfên zêrîn di dîroka azadiyê ya gelê me hatiye nivîsandin. Wekî jineke ciwan a ku li ser xeta Apoyî dimeşe, di warên îdeolojîk û leşkerî de xwe kûr kiriye, bûye yek ji mînaka milîtanên ku felsefeya Rêber Apo ava kiriye. Dewleta Tirk a dagirker nekariye berxwedana dîrokî ya li Werxelê bişkîne û ji ber vê jî bi çekên kîmyewî êriş kiriye. Hevrê Amara di vê êrişa bi çekên kîmyewî de şehîd bûye. Heval Amara wê wekî nûnereke mezin a ruhê berxwedan û serfiraziya jinên Kurd wê her dem di têkoşîna me de bijî. [1]