$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Hêjar Can
Nav paşnav: Azad Ferhat Coşkûn
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Leyla-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 11-06-2021 / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Hêjar li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji dayik bû. Li nava malbateke ji kevneşopiya welatparêziyê ya Pirsûsê bi guhdarîkirina li çîrokên lehengiyê yên pêşengên efsanewî yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû. Hevrêyê me Hêjar ji ber ku ji kevneşopiyeke welatparêziyê hat, dilê xwe gelekî li ser gerîla bû û her tim dixwest bibe gerîla. Di encamê de jî dema ku li zanîngeha Dersimê dixwend, tevlî nava refên gerîla bû.
Piştî ku tevlî refên gerîla bû, destpêkê li Bakurê Kurdistanê têkoşiya û di demeke kurt de pîvanên bingehîn ên gerîlatiyê pejirand. Piştre jî sala 2014'an li ser êrişa faşîzma DAÎŞ'ê ya li dijî xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê bi hawara xelkê me yê Êzidî ve çû û li vê derê bi roleke girîng rabû. Di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bi rêbaza fedayî tevlî bû û di rizgarkirina bi sedan mirovên me de bi roleke diyarker rabû. Ji ber vê yekê ji aliyê xelkê me yê Êzidî hate hezkirin û weke ewladekî xwe dîtin. Piştî ku Şengal hate rizgarkirin û xelkê me li warê xwe vegeriya, hevrêyê me Hêjar jî berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk ên ji vê derê wergirtî xwe şareza kir, rêbaza tevlîbûna fedayî bi hişmendiya Apoyî xurt kir û bi vî rengî taybetmendiya fermandariya pêşeng di kesayetiya xwe de bi cih kir. Bi hişmendiya îdeolojîk û moralê wergirtî derbasî herêma Metînayê bû. Dema ku dewleta Tirk a dagirker 23'ê Nîsanê dest bi êrişê kir, bi biryardariyeke mezin xwest biçe qada Berxwedana Zendûrayê û li vê derê fermandarî kir. Hevrêyê me Hêjar ku di nava şert û mercên giran ên şer de fermandarî kir, bi kesayetiya xwe ya bi moral, bi sekna xwe ya bi wêrek, ruh û hêza Apoyî da hevrêyên xwe yên li Zendûrayê û bi vî rengî hîmên berxwedana dîrokî danî. Bi destpêkirina pêvajoya şer re tatkîkên gerîla yên serdema nû bi rêbazeke aqilane û ji xwe bawer xiste meriyetê û derbên giran li dagirkeran xist. Bi sekna xwe ya bi biryar fermandarî ji berxwedana li Zendûrayê re kir û ji dil hîs kir ku dijmin wê teqez bi vê berxwedanê bê têkbirin, ev hest da hevrêyên xwe. Hevrêyê me Hêjar bi berxwedana xwe ya destanî weke fermandarê fedayî yê Berxwedana Zendûrayê ku derbasî dîroka têkoşîna Kurdistanê bû, navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsî.[1]