$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Têkoşer Farqîn
Nav paşnav: Ferhat Sansarkan
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Sevda-Mehmetcan
Dem û cihê şehadetê: 11-06-2021/ Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Têkoşer ku bi eslê xwe ji navçeya Farqînê ya Amedê ye li Edeneyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wî ji ber zextên dijmin koçî metropolên Tirkiyeyê kir, ew jî ji Kurdistanê dûr mezin bû lê belê ti carî ji nirxên xwe qut nebû. Li herêma ku lê dima, polîtîkayên dijmin ên ji bo qirkirina Kurdan ji nêz ve dît û rastiya dijmin fêhm kir. Bi baweriya ku têkoşîna li dijî zîhniyeta faşîz a ku qirkirinê li gelê me ferz dike tenê bi têkoşîna çekdarî dibe, tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Têkoşer ku di tevlîbûna nava refên gerîla de asta hişmendiyê hîn bêhtir li pêş bû, ev asta xwe bêhtir bi pêş xist û di felsefeya Apoyî de xwe kûr kir. Kûrbûna xwe di her kêliya jiyanê de nîşan da, di nava jiyanê de bû fermandarekî pêşeng. Hevrêyê me Têkoşer ku li gelek qadên Kurdistanê têkoşîna gerîla meşand û cihê xwe di nava pratîkên giran ên şer de girt, gelek caran birîndar bû. Birîndarbûna xwe ji bo xwe kir hinceta têkoşîneke hîn mezintir û bû meşvanekî xeta fedayî ya Apoyî. Bi tecrûbeyên leşkerî xwe di hunera leşkerî de şareza kir, hemû ziravî û pîvanên feraset û xeta gerîlatiya serdema nû pêk anî, pêşengî jê re kir. Lis er vê bingehê di amadekirina tunelên şer de yên li Zendûrayê li gorî mantiqê leşkerî yê serdema nû ked û hewldaneke mezin da. Hevrêyên me bersiva vê keda pêvajoya şer di berxwedana bi rojan de wergirtin û artêşa mêtinger ji bingehê ve hejandin. Hevrêyê me Têkoşer ku ji bilî serketinê pîvaneke din li xwe nedianî, bi rûkeniya xwe, bi sekna xwe ya bi moral û gerîlatiya xwe ya bêtawîz bû yek ji sembolên Berxwedana Zendûrayê.[1]