$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Bahoz Botan
Nav paşnav: Mûstafa Sîbîlîk
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Fehîme-Mecît
Dem û cihê şehadetê:11-06-2021 / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Bahoz li navçeya Şêrwanê ya Sêrtê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Di temenekî biçûk de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye û bi dil û can pê hatiye girêdan. Li hemberî polîtîkayên îmhayê yên li dijî gelê me bêdeng nemaye û di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û di eniya herî pêş de têkoşîna xwe domandiye.
Ew li gelek qadan maye, di şertên herî giran xwe xwe perwerde kiriye, tiştên ku hîn bûye fêrî hevalên xwe jî kiriye û her kêlîka xwe wekî pêvajoya perwerdehiyê nirxandiye. Heval Bahoz di nav refên gerîlatiyê de di demeke kurt de xwe gelekî bi pêş ve biriye. Wî tarz û taktîka serdemê pratîze kiriye. Bi tecrubeya xwe li her qadê adapte bûye û di asta pêşengtiyê de tevlî têkoşînê bûye. Di refên herî pêş ên şer de wî cih girtiye, di çalakiyan de yên ku derbên giran li dagirkeran hatiye xistin, cesaretê xwe bi ruhê milîtanî yê Apoyî kiriye yek, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi tevlêbûna nava şer xisitye holê. Wî kûrbûna di felsefeya Apoyî de ji xwe re kiriye hedef, ji bo ku xwe xurttir bike, her dem ketiye nav hewldanan. Bi kesayetiya xwe ya xwezayî her dem bûye mînak, di nav hevalên xwe de bi kesayetiya xwe ya mutewazî dihat naskirin. Hevrê Bahoz tevlêbûna bi avakirina kedê ji xwe re kiriye esas, di dema Berxwedana Zendûrayê de bi performansa xurt, mîrateyeke xurt li pey xwe hiştiye. Wî bi pratîka xwe ya jiyan û şer nîşan daye ku ew layiqî Rêbertî, partî û şehîdên me ye. Hevrê Bahoz di nav artêşa me ya şehîdan de cihê xwe girtiye û ew ê heta hetayê di nav têkoşîna me de bijî. [1]