$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Botan Kobanê
Nav paşnav: Mecîd Hebîb Faris
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Dayik-Bav: Wehda-Hebîb
Dem û cihê şehadetê: 11-06-2021 / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Botan li Reqayê ji dayik bûye û mezin bûye. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êriş kir, ew bûye şahidê zilma li ser gelên Ereb û Kurd û ketiye nav têkoşîna li dijî çeteyan. Ew wekî zarokekî bi rûmet û mêrxas ê gelê Ereb, li hemberî paşverûtiya DAÎŞ’ê bi xwedî cesaret sekiniye. Wî felsefeya Apoyî ya ku Reqa azad kiriye ji nêz ve nas kiriye, hay ji perspektîfa neteweya demokratîk a Rêber Apo çêbûye, ji dil û can bawerî bi biratiya gelan aniye. Bi vê baweriyê hevrê Botan biryar daye ku bibe Apoyiyekî heqîqî û di nav refên Têkoşîna Azadiyê de bûye milîtan. Li hemberî faşîzma TC û DAÎŞ’ê wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber têkoşîn meşandiye û ji bo ku hesreta azadiyê ya gelan pêk bîne, hatiye çiyayên Kurdistanê. Bi daxwazeke mezin tevlî nav refên gerîlayan bûye, di nava demeke kurt de bi çiyayan re bûye yek. Di nav jiyana xwe ya gerîlatiyê de di nav hevalên xwe de hezkirin û hurmeteke mezin bi dest xistiye, di nava demeke kurt de hînî Kurd3i bûye û çanda qedîm a gelê Ereb jî hînî hevrêyên xwe kiriye. Hevrê Botan bi kesayetiya xwe ya mutewazî û rûken enerjiyeke mezin tevlî nav jiyanê kiriye û wekî fermandarekî ciwan di pêvajoya şerê dirêj de, bi baldarî peywirên xwe pêk aniye. Hevrê Botan bi qada Zendûrayê bûye yek a ku demeke dirêj lê maye û tecrubeya xwe ya gerîlatiyê geştir kiriye. Li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker, wî cihê xwe di nav berxwedanê de girtiye, derbên giran li dagirkeran xistiye, bi Berxwedana Zendûrayê re bûye qehreman, di dîroka têkoşîna gelê Ereb û Kurdan de bûye efsane. Hevrê Botan wekî milîtanekî xurt ê felsefeya Apoyî yê enternasyonal, di nav dîroka berxwedanê ya gelan de bûye xwediyê cihekî ku wê qey neyê jibîrkirin. [1]