$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Nûman Demhat
Nav paşnav: Kokel Gîçer
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Taîbe-Hayrettîn
Dem û cihê şehadetê: 11-06-2021/ Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Nûman li bajarê qedîm ê Botanê li Cizîrê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wî bi kûrahî girêdayî çanda welatparêz û Kurdan e, polîtîkaya asîmîlasyonê ya dijmin li ser wî bandoreke mezin nekiriye û bûye xwediyê kesayetiyeke xwezayî. Ji ber derdora xwe wî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û partiya me PKK ji nêz ve nas kiriye. Ew bûye şahidê polîtîkayên qirker ên dijmin û li hemberî vî tiştî helwesta xwe zelal kiriye. Dema ku dijmin di Berxwedanên Xwerêveberiyê de gelê me yê sivîl di bodrûmên Cizîrê de qetil kir, heval Nûman bawerî bi vî tiştî aniye ku divê tola şehîdên me were stendin û li ser vî esasî tevlî nav refên gerîlayan bûye.
Ji kêlîka ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, wî bi kesayetiya xwezayî ya Botanê û hevaltiya ji dil can, hemû hevalên wî jê hez kirine. Ji ber taybetiyên xwe yên kedkar û fedakar, wî xwe bi kedê ava kiriye. Li ser esasê gerîlatiya Modernîteya Demokratîk, wî perwerdehiyên leşkerî û yên îdeolojîk stendiye, di têkoşîan gerîlatiya serdema nû de bûye yek ji kesên pêşîn ê pratîka wê dike. Heval Nûman bi helwest û taybetmendiya xwe li her qada ku lê maye bûye çavkaniya baweriyê û hêz daye hevrêyên xwe. Di Berxwedana Zendûra de ya ku dewleta Tirk derbeke giran xwariye, ew bi enerjiya xwe ji hemû hevalên xwe re bûye mînak. Di rojên pêşîn ên berxwedanê de ligel ku ew birîndar bûye, demeke dirêj bi wî awayê xwe yê birîndar şer kiriye. Bi vê helwesta xwe bûye mînaka mezin a milîtaniya fedaî, girêdayîna têkoşînê, helwesta xwedî biryar û îradeya xurt a şoreşgerî.
Berxwedana Zendûra ya dîrokî di gerîlatiya têkoşîna gelên bindest de, bi tarz û taktîkên nû serdemek ava kiriye û derbên giran li xeyalên mêtinger ên dagirkeran daye. Fermanar û milîtanên pêşeng ên vê berxwedana dîrokî Rêber, Hêjar, Têkoşer, Bahoz, Botan û Nûman di nav qehremanên nemir ên gelên herêmê cihê xwe stendine. Malbatên hêja yên hevrêyên me yên milîtanên fedaî yên ketine dîroka berxwedanê ya gelan di serî de, em sersaxiyê ji gelên Ereb û Kurdan re dixwazin, soza xwe dubare dikin ku em ê Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad pêk bînin.
[1]