$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Welat Rizgar
Nav paşnav: Vedat Yokûş
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Sabîha-Mehmet Zekî
Dem û cihê şehadetê: 03-09-2021 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Welat li Êlihê li nav malbateke welatparêz çêbûye û mezin bûye. Ji zaroktî ve bûye şahidê qirkirina fizîkî û çandî ya dewleta Tirk a faş3ist a li ser gelê Kurd û polîtîkayên asîmîlasyonê yên giran ên dewleta Tirk ditiye. Xasma ji ber ku li Êlihê, ku yek ji navenda kuştinên nediyar ên JÎTEM û Hîzbûl-Kontra bû, çêbûye û mezin bûye, ew bixwe bûye şahidê rûdanên û vê kiriye ku hevrêyê me Welat bibe xwedî bîr û baweriyeke welatparêz. Hevrêyê me Welat li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk lêgeriyaye ku hin rê û rêbazan deyne ber xwe, gihaştiye wê bîr û baweriyê ku têkoşîna herî encamgir li çiyayê Kurdistanê diare were dayin û tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me Welat ku sala 2013'an tevlî nav refên gerîal dibe, bi azwerî, fedakarî û dilgerimiya xwe bilez hînî jiyana gerîla bûye. Ji roja pêşî ku tevlî nav gerîla bûyî li hemû qadên Zagrosê xebitiye, li qadên herî zor dema ku pratîk kirî, perwerde di ser guhê xwe re neavêtî ye, xasma hewl daye serwextî felsefeya Rêbertî bibe. Bi xebatkarî û zekaya xwe li xwe zêde kiriye û li dijî operasyona dewleta Tirk a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê bûye pêşengê çalakiyan. Hevrêyê me Welat hewl daye ku bi serfirazî ji bin peywirên xwe derkeve, bi hîsa berpirsyariyê kiriye ku hevrêyên wî jê hez bikin. Di serî de serê malbatên hêja yên hevrêyên me Bawer, Agir, Atakan û Welat, ku bi azweriya xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe bi roleke kilîd di serfiraziya Pêngava Bazên Zagrosê de rabûne, serê tevahiya gelê welatparêz ê Kurdistanê sax be.''
[1]