Jin û Wêje
#Botan Ednan Hoşê#
Ku em bala xwe bidin dîrok û wêjeya kurdî û tê de baş kûr bibin, em ê nas bikin ku ya heta niha wêjeya kurdî li ser lingan hiştiye, wêjeya devokî ye, jixwe wêjeya devokî jî jinan nifş bi nifş domandiye, xurtir kiriye û bandor li civakê kiriye, hewiha jin di gelek qadan de sermiyan bû, netenê digotinê de,lêbelê di mal, gund, pevçûn, şer û di evînê de jî xwedî rol û amadebûn bû, li gorî dadmendiya xwe civak dimeşand, weke em dizanin di dîroka kurdan de û heya niha jî gelek dayîk û jin li kêleka mêrên şoreşger sekinîn û heya piştî ketina wan mêran di şoreşan de jî, jinê ew şoreş berdewam kiriye û ya ku nikarîbû çekê hilgire bi hemû alîkariya wek xwarin, moral, paqijî û dermankirina birîndaran radibûn, ya herî ber bi çav di şoreşa Mele Mistefayê Barzanî de hevjîna wî tim li ser hespa xwe bû û tifinga wê li ser milê wê bû, tevlî şoreşê dibû,her wisa hevjîna Elî Şêr jî piştî girtina wî, wê şoreşa wî berdewam kir, lê ew jî hate girtin û bi Elî Şêr re hat darvekirin,lê mixabin mîna gelek jinan dîroka wan hate windakirin. Di wêjeyê de jî, ji ber ku wêje huner, bedewî, hest, raman û xeyalên di nav jiyana mirov û civakê de afirîne, jin afrînera herî mezin e, ji ber ku di xwezaya xwe de bedew û derhêner e, çi bi mîtolojî, çîrok û pêkenokan, çi bi lorîk û stranên xwe civak, dîrok û exlaqên kurdan da pêş, lê tevî ku ewqasî xwedî çand û wêjeyeke berfireh bû, di dîrokê de kêm par e. Em dizanin bi sedên salan jin hatibû kolekirin û ji gelek mafan bêpar mabû, gelek caran jî nivîsên wan ji aliyê civak û desthilatdaran ve dihatin redkirin. Di vê sedsala dawî de jî yên ku car bi car nivîsên wan derdiketin, bêhina jina kole jê dihat, bi serbestî nedinivîsand ji ber ku jinê dizanîbû ku heger ne li gorî kêfa civakê be wê were redkirin, lewma wêje di astekê de sekinî ma û tu pêşketin û zêdekirin bi xwe re çênekir, tevî ku gelek nivîskarên kurd şoreşên wêjeyî kirin û gelek berhem derketin, lê ji ber ku jinê cihê xwe tê de negirt û ya rastir cih jê re nehiştin û li himber wê sekinîn, şoreş seqet ma. Hin jin jî hebûn ne wêjevanbûn jî, lê li wêjeyê xwedî derketin û mînaka ku heta niha keda wê zindî maye, Nazilî Xelîl ya ku piştî mirina helbestvan Hamid Bedirxan wê hemû berhemên wî ên Erebî yên ku nehatibûn çapkirin, berhevkirin û aboriya wê li ser xwe girt û bi destên xwe belav kir û ew berhem niha li pirtûxaneya kurdî zêde bûn, lê zêde li ser keda wê nehat sekinandin û helbestvana kurd Dîlan Şewqî di destpêka xebata xwe de werger dikir û pirtûka Cegerxwîn ya bi navê “Jiyana Min“ bi Se`dûn Eyo re wergerand zimanê Erebî, vê jin gelek xebat di zimanê kurdî de jî kir û niha dîwanên wê yên helbestan jî hene, lê mafê xwe di nav civakê de nedît. Ku em bên van çend salên dawî yên beriya şoreşê, hin jin li ser lingên xwe sekinî man, ew jî berhemên wan di civakê de bêbaldayîn man, piştî şoreşê jinê xwe isbat kir û bingeheke xurt di avakirina civakê de danî û roleke girîng lîst, bi taybet di aliyê zanist û rewşenbîriyê de, êdî bi serbestî berhemên xwe derdixîne, her wiha pênûsa jinê xurt û li pêşketiye û niha gelek berhemên wê li ser êşa jinê, nexweşiyên civakê û azadiya jinê bi hemû cinsên wêjeyê ji helbest, çîrok, gotar, pexşan û roman derketine, netenê jin li ser jinê dinivîse, lê mêr jî bi gelek awayan û di berhemên xwe de behsa êş û mafên jinê dikin, lê çiqasî jî hawil bidin nikarin êş û hestên jinê bidin nasîn, ji ber ku bi çavên xwe li mijarê dinerin, tevî ku hîn jî zilamên civakê çavnebariyê dikin. Rest e di hin aliyan de pênûsa jinê qels e, lê xwe isbat kir. Nivîsandin û berhemên bi ramanên jinê wêjeyê xurt dike û ji seqetiyê xelas dike. Jixwe berhem bi kîjan zimanî bibe bila bibe, ziman ne girîng e, lê ya girîng ew e ku berhem di xizmeta civak û wêjeya kurdî de be.[1]