$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Mumtaz Okyay
Nasnav: Azad Guler
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Fazîle-Nevzat
Dem û cihê şehadetê: 21-08-2021/ Serhed
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Serhed li Mûşê ku yek ji navenda girîng a berxwedanê ya Serhedê ye jidayik bûye. Malbata hevrêyê me Azad piştî ku salên 90'î Têkoşîna Azadiya kurdistanê li qada Serhedê geş dibe bûye welatparêz, li gel hemû zext û zordariyên dijmin jî ji ya xwe nehatiye xwarê. Hevrêyê me Azad ku li nav malbateke wiha mezin bûy3i ji ber sedemên cuda li metropolê nTirk maye û li vê derê rastiya dijmin xweştir nas kiriye. Her wiha dîtiye ku pergala kapîtalîst mirov çawa ji rastiya wan dûr dixe, hîsên mirov ko idike. Hevrêyê me dîtiye ku jiyaneke wiha çendî bêmane ye, ji bo ku bibe xwedî jiyaneke bimane û her gava jiyanê têr û tije bijî biryar li ser dide ku tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bibe ku nirxên hevpar ê mirovahiyê diparêze.
Hevrêyê me piştî ku tevlî nav refên gerîla dibe tesîrên pergalê yên ku li ser çêbûyî ji ser xwe davêje, xasetên pak û sade derdixine holê, behtir nêzî rastiya xwe dibe û bi vî rengî ber bi jiyana azad ve gav davêje. Her ku li paradîgmaya Rêber Apo a demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê hûr dibe pê derdixe ku zêdetir azad dibe û dibe şervanekî dilêr ê vê paradigmayê. Ji bo ku hesê komkujiya dewleta Tirk a qirker a dema Berxwedana Xwerêberiyê bipirse, ku gelê me bi hêza xwe ev berxwedan dikir, kûr diponije. Bawerî pê aniye ji bo ku ji dijminê qirker hesab bipirse her cure çalakî divê were kirin û ji bo ku vê pêk bîne berê xwe dide qada Bakur. Dema ku li ser peywira xwe bû li gel hevrêyê me Xwînrêj ketiye kesmîna dijmin û hevrêyê me Azad li vir heta bi hilma xwe ya dawî şer kiriye û şehîd bûye.
Di pêvajoyeke wiha de ku li herêma Serhedê têkoşîna şoreşê geş bûbû, ji bo ku hêzê bidine têkoşîna şoreşê hevrêyên me Nûda, Mîrz, Xwînrêj Teyi, Xwînrêj Şiyar û Azad ku enerjiyeke mezin derxistin holê, bûne ayiqî vê misyona xwe. Bi vê helwesta xwe bûne pêşengên pêngava me ya serfiraziyê. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên lejeng, bila serê tevahiya gelê me sax be, em son dixwin ku birîana hevrêyên xwe li Kurdistana azad bidin jiyîn.[1]