$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Şaban Ecer
Nasnav: Şerzan Qaşûrî
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Kumru – Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/12-08-2021
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şerzan li bajarê me yê Colemergê yê welatparêz jidayik bûye ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê girseyî bûye û di dîrokê de li gel ku gelek êrîş li ser hatiye jî her carê pêşengî ji berxwedanan re kiriye. Hevrêyê me ku ji zaroktî ve gerîla nas kirî, her demê li pey wê xeyalê bû ku li çiyayên azad ên Kurdistanê gerîlatiyê bike. Hevrêyê me Şerzan ku dîtî dewleta TC'ê ya faşîst siyaseta îmha û înkarê didomîne, ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dipişve, ji têkoşînê dûr dixe, sala 2010'an tevlî nav refên gerîla dibe, xeta berxwedanê ya ciwanên Kurdistnaê, helwesta li dijî êrîşan her tim şanî dijmin daye. Hevrêyê me ku li nav refên gerîla zû geş bûyî, di qadên leşkerî û îdeolojîk de bûyî pispor, piştî ku li gelek qadan gerîlatiyê dike bi tecrûbeya xwe diçe qada Erziromê û demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê dike. Weke fermandarê ciwan ê serdema nû hemû peywiran bi rengekî serkeftî bi cih tîne. Herî dawî li qada Avaşînê di her çalakiyê de cih girtiye ku di wan çalakiyan de derben girna li dagirkeran hatiye xistin û bûye yek ji mînaka kêmpeyda ya ruhê fedayî yê Apoyî. Bi rengekî serkeftî pêşengiya çalakiya êrîşa Pîramîtê ya li Avaşînê kiriye, ku ji hêla tevgera me ev çalakî hatiye pîrozkirin. Şerê eraziyê ku bi pêşengiya hevrê Şerzan Qaşûrî li Avaşînê gur bûyî encamên mezin bi xwe re aniye û û gelek tecrûbeyên tije ders bi dest hevrêyên xwe ve aniye.[1]