$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Nîhat Yilmaz
Nasnav: Şervan Birîndar
Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê Dayikê-Bav: Perîşan – Abdullah
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/12-08-2021
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şervan li nav malbateke wiha ku ji ber siyaseta îmha û înkarê ya TC'ê ya mêtinger a li ser gelê me bêgav mayî ji Sêrtê koçî Mêrsînê bike, li nav malbateke welatparêz û hêja ku ji malbatê gelek kes tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne, jidayik bûye. Li gel hemû hewldanên dewleta TC'ê ya mêtinger ku gelê Kurd ji xaka Kurdistanê ya dêrîn qut bike û asîmîle bike hevrêyê me Şervan rêza koçertiyê ku malbatê qet bernedayî, ruhê wê yê têkoşer di şexsê xwe de zindî hiştiye. Hevrêyê me piştî ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike bi demeke kurt bê dudilî tevlî nav xebatan dibe, dema ku xebatên ciwanan dikir ji hêla dijmin ve tê girtin û dikeve zindanê. Hevrêyê me dema li zindanê ji têkoşîna xwe nehatiye xwarê û piştî ku ji zindanê dertê sala 2010'an tevlî nav refên gerîla dibe û li çiyayên azad û biheybet ên Kurdistanê gerîlatiyê dike. Hevrêyê me Şervan bi kesayata xwe ya dilnizm û kedkar li nav dilê hevrêyên xwe cihekî ku neyê jibîrkirin vekiriye. Hevrêyê me tim li xwe zêde kiriye û li ser xeta Gerîlayê Modernîteya Demokratîk bilez bûye fermandar, di jiyan û şer de peywirên ku ketî ser milê wî bi rengekî serkeftî bi cih bîne. 23'yê Nîsana 2021'an li dijî operasyona dagirker a dewleta TC'ê ya dagirker rahişiye çeka xwe û heta gava ku şehîd bûyî bêyî west û rawest li ber xwe daye û derbên giran li dijmin daye. Nirxên ku bi keda xwe afirandî her demê wê li nav têkoşîna me hebin û bibe haveyna Kurdistana Azad a ku wê were avakirin.[1]