$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Nûrdan Şarer
Nasnav: Dîren Raman
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Remziye – Ahmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/12-08-2021
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Dîren li Amedê hatiye dinê û lê mezin bûye ku Amed rastiya gelê milîtan a Tevgera Azadiyê pir xweş nîşan dide. Li dijî êrîşên hişmendiya zilamsalar têkoşiyaye, rastiya ku xilasî encex bi civakîbûna felsefeya Apoyî dibe, fêhm kiriye. Ji bo Rêber Apo ku dibêje, jin hîmê civakîbûnê ye û civak encex bi azadbûna hemû jinan dikare azad bibe, fêm bike pir hewl danye. Hevrêya me Dîren bûye qedroyeke dilêr û fedayî ya Îdeolojiya Jina Azad û milîtaniya PAJK'ê. Bi ruhê yekîtiya netewî li dijî êrîşên çeteyên dagirker çûye Kerkûkê û li dijî êrîşên li ser gelê me li ber xwe daye, piştî ku bi hevrêyên xwe re peywira xwe bi rengekî serkeftî bi cih tîne dîsa berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê, li dijî dewleta TC'ê ya dagirker têkoşîneke mezin dide. Tecrûbeya gerîlatiyê ku li Amedê bi dest dixe di pratîka Zapê de bi rengekî serkeftî nîşan dide, pêşengiyê li hevrêtiyê û jiyanê dike, nasnameya Jina Azad a Kurd bi şanazî hildigire û bi têkoşîna xwe bûye yek ji mînaka bijare ya nasnameya jina azad ku îdeolojiya Apoyî ava kirî.[1]