$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Abdulkadir Yîgît
Nasnav: Berxwedan Nisêbîn
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayikê-Bav: Melahat – Abdulkadir
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ 12-08-2021
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Berxwedan li bajarê serhildanan Nisêbînê li nav derdoreke welatparêz mezin bûye. Hevrêyê me ji nav malbateke hêja tê ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîdên xwe hene, li qadên cuda ku lê dima bi pratîkên serkeftî her demê bûye mîlîtanekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me Berxwedan aliyê xwe yê leşkerî li pêş bû, tim li xwe zêde dikir û hêz dida derdora ku lê dima, li gorî hewcehiyên serdema nû zû xwe diguherand, şer geş dikir û pêşengî dikir. Têkiliyeke geş a hevrêtiyê daniye, hezkirinya hevrêtiyê nîşan daye, di jiyan û şer de li nav hevrêyên xwe bi tiliyan hatiye nîşandan. Dema operasyona dagirkeriyê hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran di çalakiyan de nîşan daye, di çalakiyên diji dijmin de, peywirên ku dayî ser milê xwe bi rengekî serkeftî bi cih aniye. Bi kesayata xwe ya kedkar bêyî ku bibêje ev biçû kû mezin e bi dirûşmeya serkeftina teqez nêzîkatî lê kiriye, ji bo ku felsefeya Rêber Apo li hemû qadên jiyanê serwer bike her demê têkoşiyaye. Hevrêyê me Berxwedan bi rihê xwe yê milîtanî her demê wê di berxwedana gerîla de hebe û ji bo hevrêyên xwe bibe kana hêza mezin.[1]