$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Baran Şahînoglû
Nasnav: Toprak Gever
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Perîzat-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 29-07-2017 / Botan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Toprak Gever li bajarê serhildanê li Geverê ji dayik bû ku bi welatparêziya xwe naskirî ye. Li nava malbateke welatparêz, bi çanda civakî ya eşîra Pinaynîşê mezin bû, ji zarokatiyê ve Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Di dema ciwantiya xwe de kete nava lêgerînan, felsefeya Apoyî û rastiya Rêber Apo nas kir û bi bandora hevrêtiya nava PKK'ê ku mirovan mezin dike, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Bi eşq û daxwazeke mezin hate çiyayên azad û ji Xakurkê heta Qendîlê, ji Zapê heta Avaşînê bênavber gerîlatî kir. Hevrêya me Toprak weke milîtaneke Apoyî ya bi biryar di îdeolojiyê de kûr bû, di Xeta Azadiyê ya Jinê de şareza bû. Bi kesayetiya xwe ya ji dînamîzma ciwantiyê, bi hevrêtiya xwe ya rû li ken ji aliyê hevalên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Hevrêya me Toprak ku di xeta Apoyî de bi biryar bû, baweriya xwe bi azadiya jinên Kurd anî, bi erka doktoriyê rabû. Bi daxwaz û hewldaneke mezin di branşên cuda yên tenduristiyê de xwe şareza kir û bû doktoreke xurt. Birîna gelek hevalên me pêça, tedawî kir, bi hevrêtiya xwe ya ji dil bi her awayî bû alîkar. Piştî ku li vê qadê kedeke mezin da, hem weke doktorekê hem jî weke fermandareke gerîla li akademiyên leşkerî perwerde dît, kûrbûna xwe xurtir kir û timî dixwest li Bakur gerîlatiyê bike. Li ser vê bingehê sala 2015'an berê xwe da Botanê. Bi daxwaz û biryardariyeke mezin çû qada Botanê, zû hînî gerîlatiya li Bakur bû û bi lez kete nava pratîkê. Li herêma Botanê jî tedawiya gelek hevrêyan kir, hem bû fermandarek hem jî doktorek. Di salên 2015, 2016 û 2017'an de ji bo karibe bersiveke hîn xurtir bide êrişên dewleta Tirk a faşîst, li ser xeta fermandarên me yên fedayî Zîlan, Êriş û Andokan, xwest çalakiya fedayî bike. Dema ku bi ruhekî mezin ê fedayî bi erka xwe radibû di 29'ê Tîrmeha 2017'an de li herêma Elkê li qada Tehtereş di encama bombardûmanê de şehîd bû.[1]