$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Habîp Pala
Nasnav: Serhat Colemêrg
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zulfî-Haci
Dem û cihê şehadetê: 29-07-2017 / Botan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Serhat Colemêrg li gundekî welatparêz ê Colemêrg ji dayik bû. Di encama polîtîkaya dewleta Tirk a qirker a şewitandina gundên Kurdan de gundê hevrêyê me Serhat jî hate şewitandin û ji ber vê yekê neçar ma ku hîn di zarokatiya xwe de koçî Colemêrgê bike. Hevrêyê me Serhat li dibistanên dewletê karakter û zilma asîmîlasyonkar qirker a dewleta Tirk dît û kete nava lêgerînê. Di encamê de jî destpêkê bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan bû, piştre jî ev yek ji bo xwe têrker nedît û biryar da ku tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe. Li ser vê bingehê li qada Kato Marînos a Botanê sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Zû hînî gerîlatiya li Bakur bû, ti zehmetî li pêşiya xwe weke astengî nedît. Di nava pratîka zêde de hem xwe perwerde kir, hem jî li ser tecrûbeyên ji pratîkê wergirtî xwe şareza kir. Li qadên Marînos, Besta, Kato Xelîla û Kato Jîrka bêsekin bi kelecan kar kir. Bi fedakarî û kedkariya xwe bandor li her hevrêyên xwe kir. Ji yekîneyan heta tîmên tevgerî, ji qadên bicihbûnê heta kûryetiyê, ji perwerdekirina hevrêyên xwe heta fermandariyê her wezîfeya jê re hate dayin bi rengekî serketî bi cih anî. Sala 2017'an li dijî operasyona dagirkeriyê ya li Katoyan hewl da derbê li artêşa Tirk a dagirker bixe. Di nava vê hewldanê de tevî hevrêyên xwe şehîd bû.[1]