$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Şerîf Akdogan
Nasnav: Serdar Cûdî
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Fadîle-Alî
Dem û cihê şehadetê: 29-07-2017 / Botan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Serdar Cûdî li Colemêrgê ji dayik bû. Li nava derdoreke welatparêz mezin bû, piştî ku PKK nas kir, kete bin bandora jiyan û rêbazên têkiliya hevrêtiyê ya PKK'ê. Di encama vê bandorê de kete nava lêgerînê û biryar da ku beşdarî nava refên PKK'ê bibe. Sala 2013'an tevlî gerîla bû û li qadên Zap û Cîloyê gerîlatî kir. Dema ku faşîzma DAÎŞ'ê ya hov êriş bir ser Şengalê û xwest xelkê me yê Êzidî qir bike, hevrêyê me Serdar bi rengekî fedayî berê xwe da Şengalê û bû yek ji wan lehengan ku bi hawara xelkê me yê Êzidî ve beziya. Li Şengalê bi rengê fedayî tevlî gelek çalakiyan bû, birîndar bû, lê ti carî xwe neda alî û bi rola xwe ya dîrokî rabû. Her tim kete bin bandora bilindahiya hevrêtî û fedakariya li nava PKK'ê, meşa xwe jî li ser bingeha vê rastiyê bi rêxistin kir. Hevrêyê me Serdar bi eşqeke mezin bi çiyayên Kurdistanê ve hate girêdan û piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî li Şengalê bi cih anî berê xwe da çiyayên Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Serdar ku derbasî qada Botanê bû, li vê derê zû hînî gerîlatiya Bakur bû û bi rengekî çalak tevlî bû. Weke fermandarekî cihê xwe di nava tîmên tevgerî de girt.[1]