$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Zekî Şaman
Nasnav: Alî Çîçek Hezex
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Havvahan-Tevfîk
Dem û cihê şehadetê: 29-07-2017 / Botan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Alî Çîçek li gundê Bafê yê navçeya Hezexê ku gundekî welatparêz e ji dayik bû. Li nava malbatê û gund, bi nirxên civakî û welatparêziya cewherî mezin bû. Hem bi gerîlayên li herêmê hem jî bi guhdarîkirina li çîrokên lehengiyê yên gelek gerîlayên ji gundê wan tevlî bûne, mezin bû. Di temenê xwe yê ciwantiyê de kete nava lêgerîna rê û rêbazên têkoşînê û li ser vê bingehê beşdarî nava karên ciwanan bû. Dema ku DAÎŞ û dewleta Tirk li Kobanê dest bi êrişa qirkirina gelê Kurd kirin, guh da dengê wijdanê xwe û baweriya xwe bi wê anî ku divê têkoşîneke hîn bi bandor bimeşîne. Li ser vê bingehê di pêvajoya şerê Kobanê de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ku tevlîbûneke têgihiştî û îdeolojîk kir, yek ji kadroyên pêşeng ên Berxwedana Zindanê ya 14'ê Tîrmehê û Stêrka Sor a partiya me PKK'ê navê hevrêyê me Alî Çîçek li xwe kir. Hevrê Alî Çîçek destpêkê li herêma Gabarê ya Botanê dest bi gerîlatiyê kir û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK'ê, asta azadiyê ya jinên Kurd a li nava PKK'ê, şervanî û bilindbûnaa jinan li nava PKK'ê ji nêz ve dît û kete bin bandora vê yekê. Bi dînamîzma xwe ya ciwantiyê û bi wêrekiya xwe ya bilind hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe perwerde kir. Hevrêyekî me yê welê bû ku zêde nediaxivî, lê belê dema ku diaxivî jî peyvên herî bi wate û kûr ên zanyarekî ji devên wî diherikîn. Sala 2015'an ji nû ve hate herêma Botanê. Bi kelecaneke mezin li warê lê ji dayik bû vegeriya û bû xwedî wê şensê ku derbên herî giran li Bakurê Kurdistanê li dijminê dagirker bixe. Ji Bestayê heta Kato Jîrka, ji wir jî heta Kato Xelîla li gelek herêman karê pratîkî kir. Bi taybetî salên 2015 û 2016'an di çalakiyan de bi rengekî çalak derbên giran li dijmin xist. Bû fermandarek ku zû hînî tecrûbeyê bû û bi pêş ve çû. 29'ê Tîrmeha 2017'an di bombardûmanê de birîndar bû, lê bi saetan li dijî dijmin şer kir. Rojek û şevekê bi birîndarî bi tena serê xwe li dijî dijmin şer kir û ji qada Tehtereşê xwe gihand qada Deriyê Beqê. Hevrêyê me Alî Çîçek bi biryardarî, îradeya ji pola, wêrekiyeke mezin û dilxwazî bi lehengî şer kir û bû yek ji fermandarên leheng ên li Botanê efsane afirandine, bi vî rengî şehîd bû.[1]