$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Kajîn Gunerî
Nasnav: Botan Xerzan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dem û cihê şehadetê: 29-07-2017 / Botan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Botan Xerzan li navçeya Baykanê ya Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Botan ku li Bedlîsê mezin bû, ji ber nakokiyên xwe yên bi rastiya sîstemê re kete nava lêgerînan. Tevlî nava tevgera ciwanan bû. Piştî ku keça xaltîka wî Şehîd Dîlan Xerzan şehîd bû, her wiha êrişa qirkirinê ya faşîzma DAÎŞ'ê ya li dijî xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê, kir ku hevrêyê me Botan li ser bingeha hestên welatparêziyê tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibe. Hevrêyê me Botan ku li Şengalê dest bi pratîka xwe ya destpêkê kir, li vir tevlî gelek çalakiyan bû, di pêngavên azadkirina Şengalê û xelkê me yê Êzidî de bi rola xwe rabû. Di zivistana 2015-2016'an de dema ku faşîzma dewleta Tirk bi hovane êriş bir ser Berxwedana Xweserêveberiyê ya Bakurê Kurdistanê, bi daxwaz, biryardarî û armanca tolhildanê derbasî herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê bû. Bi tecrûbeya xwe ya li Şengalê wergirtî zû xwe gihand çiyayên Botanê û hîn bû. Tevlî nava tîmên tevgerî bû û hewl da derbê li faşîzma dewleta Tirk a dagirker bixe. Dema ku li ser erka xwe bû 29'ê Tîrmehê di bombardûmanê de tevî hevrêyên xwe şehîd bû.[1]