$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav. Orhan Kanar
Nasnav: Şoreş Xinis
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dem û cihê şehadetê: 29-07-2017 / Botan
$Kurtejiyana şehîd:$
HHevrêyê me Şoreş Xinis li navçeya Xinisê ya Erzîromê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Şoreş ku bi hestên welatparêziyê mezin bû, ji ber pirsgirêkên madî neçar ma ku biçe metropolên Tirkiyeyê ji bo bixebite. Li vir rastiya kedê baştir fêhm kir û nêrîna sîstemê ya li Kurdan hîn ji kûrahî ve dît. Ji ber vê yekê jî hevrêyê me Şoreş kete nava nakokiyên kûr. Hevrêyê me Şoreş tevgera ciwanan û felsefeya Apoyî li vê derê nas kir û bi qasî jê hat, têkoşiya. Piştî ku apê wî Şoreş Xinis li Berxwedana Kobanê şehîd bû, metropolên Tirkiyeyê terikand, berê xwe da welêt û piştî demekê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Bi tevlîbûna li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çeka apê xwe rakir û ji bo ala wî ya têkoşînê bilind bike sala 2015'an li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Li Bakurê Kurdistanê li qadên cuda gerîlatî kir û tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijminê dagirker hate xistin. Herî dawî li qada Tehtereş dema ku bi hevrêyên xwe re li ser kar bû di bombardûmanê de şehîd bû.
Çiyayên Botanê ku şahidî ji hezaran çîrokên lehengiyê re kiriye, 29'ê Tîrmeha 2017'an ji berxwedana hevrêyên leheng ên li qada Tehtereş re şahidî kir. Bi serxistina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê em ê xwedî li bîranîn û armancên hevrêyên me Toprak, Serhat, Serdar, Alî Çîçek, Botan û Şoreş derkevin. Li ser vê bingehê di serî de malbatên welatparêz û hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.[1]