Roja Neteweyî: #Newroz# , Roja Navneteweyî: Roja Têkoşînê Ya Li Dijî Nîjadperestiyê
Îbrahîm GUÇLU
21ê Adarê, ji bona neteweya kurd rojeke girîng e.
21ê Adarê roja neteweyî ye. Roja Cejna Neteweyî ya Kurdan, Newroz e.
21ê Adarê di hemandem de rojeke girîng ya navneteweyî ye. Roja Têkoşîna li Dijî Nîjadperestiyê ye. Ji bona ku neteweya kurd li sê beşên Kurdistanê di bin bandora kolonyalîzm û dagirkeriyê de ye û li wan beşan li ser kurdan êrîşek û siyaseteke nîjadparestî tê meşandin, ji bona kurdan rojeke girîng e.
CEJNA NEWROZÊ…
Kurdperweran, rêxistin û partiyên Kurdistanê, nivîskar û hunermendên Kurdistanê, berpirsiyarên Dewleta Federe ya Kurdistanê, serokên neteweyî yên Kurdistanê di derbarê Newrozê de gelek pirtûk û gelek nivîs nivîsandine; gelek gotar pêşkêş kirine. Naverokan wan wek hevûdu ne. Hêja ne. Lewra di derbarê Newrozê hişmendiyeke hevbeş û mişterek heye. Min jî di derbarê Newrozê gelek nivîs nivîsandine. Heta dikarim bibêjim ku piştî salên 1974an cara yekemnîn di derbarê Newrozê de bi awayekî vekirî û bê îttiatkarî nivîsandin bû para Kovara me ya Rizgarî. Ez yek ji nivîskarê kovarê bûm. Loma ez bi wan naverokan re me. Mirov dikare ev navrok û wateya Cejna Newrozê wek rêzên li jêr kurtenivîs bike.
“Newroz cejna pîroz ya neteweyî ya Kurdan e. Cejna serketin, xwebawerî, serbilindî û rûmetê ye. Sembola rabûn û vejîna ruhê Kurdewarî, evîna jiyan û mirovdostiyê ya Kurdan û tevaya gelê Kurdistan e.
“Newroze di giyan, xwîn, hinav û derûnê her Kurdekî da xwesteke ji bo rizgarî, azadî, jiyaneke serfiraz, geşbûna hêvî û umêd ji bo paşerojeke baştir nû dibe.
“Agirê Newrozê, dîsan wek her car bawerî, hêz û qiweta me ji nû ve geş dike. Ji ber vê yekê Kurd neketiye û qet nakeve jî, ji ber ku serê her biharekê, digel yekem meşxela Newrozê ruhê berxwedan, azadî û serfiraziyê di her Kurdekî da zindî dibe.
“Azadî û destkeftî berhema ruhê Newroza neteweyê Kurd û gelê Kurdistanê ne. Bi can, xwîn, hêsir û têkoşîn û berxwedana bi dehan salan a têkoşerên Kurd û Kurdistanî hatine bidestxistin.
“Me Kurdistaniyan hemûyan duhiya bindestî û zilmê li bîra me ye. Me hemûyan girtin, kuştin, koçberî, şewitandin, wêrankirin, îmhakirin, kîmyabaran, Enfal û jênosîda li bîr e û tu carî ji bîr me naçin. Lê van hemûyan nekarîn îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo jiyan, azadî û serfiraziyê bişkînin! Ji ber ku digel pêxistina agirê yekem yê her Newrozekê da Kurd ji nû ve radibin û bi gerimtir dest pê dikin.
“Di Newrozê da evîn û xweşewîstiya Kurd û gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê, ji bo ax û welatê xwe, ji bo neteweya xwe ji dayîk dibe. Ev sira vejîn û rabûneve ya vî miletê zindî ye ku bi zilm û çekê herî bihêz yê serdem têk neçûye û qet têk naçe.
“Werin em Newroz û Bihara Nûbûnê digel xwe, digel malbat, kesûkar û hevalên xwe ra bikin nûbûna rêzgirtin, hezkirin, lêborîn û lihevhatin û aştbûnê.
“Di warê siyasî da jî, em Newrozê bikin derfetek nû ji bo hevkariya hevbeş, hevpejirandin û bi hev re karkirinê. Lê divê em cejna neteweyî N ewrozê nekimn hinceta berjewendiya partî û rêxitin û îdeolojiyên xwe.
“Geşt, seyran, heyecan û kelecana Newrozê nîşana ruhê zindî yê Kurd û Kurdistaniyên jiyanparêz û aştîxwaz e. Ew karnevala rengîn a ku em li xwezaya bedew a Kurdistanê pîroz dikin, ji xwesteka kûr a ji bo jiyan û aştiyê, ji bo bextewerî û rehetiyê, ji bo lihevhatin û aştbûnê dizê, beşeke girîng ji nirx, giyan û bihayên çanda neteweya me ye.
“Em li Kurdistanê destê biratî, pêkvejiyan, hevpejirandin û lêborînê dirêjî hemû gel, netewe,, welatên cîran, navçe û cîhanê dikin. Em her kesî piştrast dikin ku wek her car emê bibin faktorê aştî û aramiyê û parêzvanên yekîtî û berjewendiyên hevbeş.
“Em pîrozbahiyê li wan gel û neteweyan dikim yên ku cejna Newrozê pîroz dikin. Silav û hurmet ji bo piştevaniya welatên dost, civaka navdewletî, dîplomatkar û rêxistinên wan.
“Cejna Newrozê li hemûyan Kurdistaniyan pîroz be û her sala bi xweşî be.
Sala serkeftin û pêkanîna xewnên gelê me be.”
ROJA TÊKOŞÎNÊ LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ…
Neteweyên Yekgirtî (NY), di sala 1960î de di roja Newrozê de (21ê Adara 1960) biryar da ku 21ê Adarê bibe “Roja Têkoşînê Li Dijî Nijadperestiyê”. Ew biryara girêdayî Apartheîda yanî nîjadperestiya spîyan li Başûrê Efrîqayê hat girtin. Lê ji bona hemû neteweyan ew wek rojeke pîroz hat qebûl kirin. Bêguman ew biryara NYê ji bona neteweya kurd girîngtir bû.
Bêgûman biryara YNê di Cejna Neteweyî ya Kurdan Newrozê de pejirandin, bêhemd be jî, li hevkirineke xweş û di cî de bû.
Ev biryara NYê ji bona hemû dewletên endamên wê jî berpirsiyarî derxist holê. Hezar mixabin piştî biryara NYê, di derbarê nîjadperestiyê de dewletên li Kurdistanê yênm kolonyalîst, dagirker, nîjadperest, vatiniya xwe pêk neanîn. Ev çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Îran, Sûriye, Iraq) li Kurdistanê nîjadperestî bi xurtî domandin. Ji bona ku neteweya kurd ji holê rakin, hemû mafên wan yên milî jî xesip kirin.
Roja îro di qonaxa em tê de dijîn de, ji derveyî Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê, di Dewleta Tirk û Frais û Sûriyeyê de nîjadperestî dom dikle.
Li Kurdistanê nîjadperestiya li 3 (4) Dewletan encama kolonyalîzm û metîngehkariyê ye. NYê her çiqas kolonyalîzm û nîjadperestî qedexe jî kiribe, çavên xwe li kolonyalîzm û nîjadperestiya li Kurdistanê girtiye. Li hemberî çar dewletên kolonyalîst yên li Kurdistanê tu mûeyyîdeke hiqûqî bi kar neani û ji mafên neteweya Kurd re xwedî derneket. Di derbarê çar dewletan de biryarek jî negirt.
Loma ez vekirî dibêjim ku sîstem û dezgeha NYê Kurdan temsîl nake. Mafên neteweya kurd naperêzê. Ji zûlma kolonyalîst û nîjadperest ya çar dewletan re çavên xwe digre. Ji bona jiholêrakirin û xesipkirina mafên neteweyî yên kurdan re tu hewildenekê jî nake.
Ji bona ku NYê ji bona neteweya kurd jî bibe temsîlkar divê ku gorî Peymana xwe serrast bike û li dijî nîjadperestî û metîngehkariya çar devletan bibe xwediyê biryar.
Ji bona vê yekê jî divê her kurdek, rêxistin û partî û serokên Kurdistanê xebat bikin.[1]
Diyarbekîr, 24. 03. 2023