CILÛBERGÊN GELÊRÎ YÊN JINÊN KURD.
Nevîn Reşan Güngör
Bêguman qadek ji qadên herî balkêş û berfireh a folklorê, cilûberg û lixwekirina mirovan e û di nav vê qadê de jî hêla herî cazib, nazik û estetîk cilûberg û lixwekirina jinan e ku îroro jî ev wisan e. Herweha ev kevneşopiya ku nifş bi nifş hatiye veguhastin, piştî demekê êdî bûye malê civakê û berfirehtir bûye ta ku bûye temsîliyeta nasnameya neteweyî. Çimkî cilûberg û xişrên ku mirovan li xwe kirine yan bi xwe ve kirine, êdî ji îhtiyacekê bêtir bûne sembolên estetîk, kodên manewî, nêrîna li dinyayê ya miletekî û jê muhîmtir jî bûne sembolên avakar ên nasnameyeke neteweyî. Berhema Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd a ku tam li ser vî essasî ava bûyî, encama xebateke nêzîkî bîst salan a jiyana Nevîn Reşan Güngör e.
Güngör dema dest bi xebateke weha kir û hem wextê ku qedand û şande çapê jî li gorî xwe hin sedem û armanc kifş kiribûn. Sedema herî girîng ew bû ku divê cilûbergên gelêrî yên jinên Kurd tomar kiriba û ji wendabûnê yan jî ji talankirinê xelas kiriba. Bi vî rengî armanca herî girîng jî veguhastina vê mîrasê bo nifşên dahatû bû ku belkî ev çanda qedîm li ser vî xîmî ji nû ve bihata avakirin. Bi handana van sedem û armancan ev berhem piştî ku gelek arşîv, muzexane û berhem hatin vekolandin û digel çavdêriyên salan ên Nevîn Xanimê, bû kitêbeke rengîn a 200 rûpelî ku ji hêla Weşanxaneya Nûbiharê ve hat çapkirin û ji bo bala xwîner û meraqdaran hat pêşkêşkirin. Cilûberg û xişrên di vê berhemê de bi giştî bi qelem û xêza Nevîn Xanimê ji nû ve hatine xêzkirin û weku xezîneyeke veşartî, deriyê wê ji bo modelîst û stîlîstan hatiye vekirin.
Berhema ku naveroka wê ji sernavên cilûberg, kofî, aksesûwar û xişr, gore û sol, nîgarên destî yên li ser qumaşan, makîneyên tevnê û aletên destî, qalibên cilan û xişir pêk hatî, dê meraqdarên xwe derxîne geryaneke bikêf a cografîk û tarîxî ya çanda Kurdan. Digel van yekan di serê berhemê de bi sê zimanan –Tirkî, Kurdî, Îngilizî- li ser hewcedarî û geşedana lixwekirinê, erkên lixwekirinê, nîşaneyên çandî û neteweyî yên lixwekirinê, mode, jina Kurd û xişrên wê, dîroka cilûbergên jina Kurd “destpêk”eke berfireh û dirêj jî hatiye nivîsîn. Hêviya me ew e ku ev berhem, wecheke cîhana modern a li kevneşopiyê vegerandî be. [1]