$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Celal Kûtlûk
Nasnav: Mazlûm Viyan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Maşallah-Cemal
Dem û cihê şehadetê: 25-07-2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mazlûm li Geverê li nava malbateke kedkar û welatparêz ji dayik bû. Li nava atmosfereke ji kevneşopiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû, zû gerîlayên azadiyê nas kir û vê yekê bandoreke mezin li jiyana wî kir. Nirxên Kurdistanî her tim di kesayetiya xwe de parast, di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû û xeta têkoşîneke bênavber danî ber xwe. Hevrêyê me Mazlûm ku bi daxwazeke mezin bi xeta hevrêtiyê ve girêdayî bû, timî dixwend, xwe bi pêş ve dixist û bi fermandarbûyînê dixwest tevkariyeke mezin li têkoşînê bike. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ku sîstem bi rengekî bêrehm li gelê me ferz dike, xwedî hêrseke mezin bû. Bi pratîka xwe ya gerîlatiyê bersiva pêwîst da dagirkeran û cihê xwe yê bi rûmet di nava şehîdên me yên pîroz de girt, xeta milîtaniyê weke mîrate ji hevrêyên xwe re hişt.
[1]