$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Selîm Esmer
Nasnav: Nûman Amed
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hanim-Ziya
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Nûman li navçeya Pasûr a Amedê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ji ferden malbatê tevlîbûna di nava refên Partiya mede hene û şehîd dane, ji biçûktiya xwe de derfeta naskirina têkoşîna me bi dest xist. Dîsa ji ber zilm û zexta dijmin, malbat neçar mane ku derbasî navenda Amedê bibin û ev yek bandor li ser hişmendiya hevrêyê me Nûman kiriye û ji ber vê yekê li dijî dijmin hêrseke wî ya mezin çêbû. Hevrêyê me Nûman piştî ku derbasî Amedê bû, ji ber ku derdora wî di nava refên têkoşînê de bûn, bi xwendin û lêkolînê hewl da rastiya têkoşînê baştir fêm bike. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me Nûman şahidiya êrîş, komkujî û qetlîamên dijmin ên li ser gelê me pêk tîne kir û hêrsa wî her ku çû li dijî dijmin mezintir bû. Bi taybet di sala 2006’an de êrîşa dijmin a li ser gelê me û qetilkirina bi hovane ya bi dehan mirovên bêguneh li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi taybet li Amedê, hevrêyê me Nûman gelekî bandor kir û ew hişt ku hîn bêhtir têkoşînê bike. Ji vê demê û pê ve di hin astan de beşdarî têkoşînê bû û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguherand çalakiyên serkeftî. Ji ber ku dijmin dev ji komkujî û polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê me berneda û her çû kurtir kir, bûye sedem ku hevrêyê me Nûman weke ciwan û welatparêzekî Kurd bi xurtî li ber xwe bide. Hevrêyê me Nûman ê ku texmîn dike ku tenê bi têkoşîneke aktîf û radîkal dikare dijmin têk bibe û polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê me were şikandin, di sala 2015'an de dema ku dijmin bi konsepteke nû ya êrîşê û îmhayê êrîşî gelê me û Tevgera me kir, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me Nûman ê ku li qada Amedê tevlî nava refên gerîla bû, ji kêliya destpêkê ve di bin bandora jiyana gerîla û çiyayî de ma. Ji ber vê yekê her tim di dilê wî de ma bû ku çima zûtir tevlî nava refên gerîla nebûye. Ji ber vê yekê jî dixwest dema ku winda kiriye bi aktîv, bi heyecan û bê hesap beşdarî jiyanê bibe û di zûtirîn dem de ezmûna ku bi salan hatiye girtin, bi dest bixe. Hevrê Nûman ku di dema mayîna xwe ya li Amedê de ji tecrûbeyên hevrêyên xwe sûd wergirt, di demeke kin de bû gerîlayekî jêhatî. Li ser pêşniyara hevrêyên xwe hevrêyê me Nûman piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li wir perwerdeya şervanên nû dît. Bi saya tecrubeyên xwe yên berê bi awayekî aktîf beşdarî vê pêvajoya perwerdeyê bû û ji bo hevrêyên xwe yên nû adepteyê jiyana çiya bibin kedek mezin da. Hevrê Nûman ku piştî perwerdeyê li qada Avaşînê hate bi erkdarkirin, bi awayekî aktîf beşdarî pratîka şer a li vir hat jiyîn bû. Li herêma Avaşînê li dijî dijmin beşdarî gelek çalakiyan bûye û di lêdana derbên bi bandor li dijmin de bûye xwedî parek mezin. Piştre di sala 2017’an de ji bo avakirina binesaziya şerê tunelan ku yek ji taktîkên şerê serdema me ya nû ye, derbasî herêma Zapê bû. Li vir di çêkirina tunelên şer de kedeke bêhempa xerc kir û bi keda xwe ya li van tunelên ku îro bûne kela berxwedanê, bû yek ji mîmarên berxwedanên îro tên meşandin. Hevrêyê me Nûman ku bi dirust, fedekarî û hevrêtiya xwe ya ji dil hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenç kir, di sala 2017’an de di êrîşên dijmin ên li ser herêma Çemço de şehîd bû. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên hevrêyê xwe Nûman pêk bînin. [1]