$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Elî Hesen
Nasnav: Qehreman Amanos
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Xezal-Hezen
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Qehreman Amanos li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Gabarî ji dayik bû, bi hişmendiya nasnameya Kurdîtiyê û hestên welatparêziyê mezin bû. Çar pismamên wî tevlî nava refên gerîla bûn. Ji ber ku ji malbata wî şehîd jî hebûn û malbateke welatparêz bû, vê yekê di kesayetî û karakterê hevrêyê me Qehreman de diyarker bû. Hevrêyê me Qehreman 11 salan xwend. Lê belê ji ber ku mêtingeran ev dibistan bi zorê li ser gelê Kurd ferz dikir, ji ber ku ziman û realîteya Kurdan li dibistanên mêtingeran dihatin înkarkirin, piştî demekê dest jê berda. Lê belê dewleta Sûriyeyê hevrêyê me Qehreman bi zorê tevlî leşkeriyê kir û neçar ma ku 2 salan leşkeriya neçarî bike. Di sala 2011'an de pêvajoya bihara gelan a ku Rojhilata Navîn hejand, bandoreke kûr li Sûriyeyê jî kir. Ev pêvajoya ku pêşketinên şoreşgerî di nava xwe de vedihewand, ji aliyê hêzên derve û rêxistiniyên netewe dewlet ên faşîst ên li herêmê hate berevajîkirin, veguherî hinceta destwerdana li Sûriyeyê û bi navên cuda rêxistinên çete ahtin avakirin, bi vî rengî hewl dan bihara gelan berevajî bikin. Lê belê bi pêşengiya gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel gelên Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermenî Şoreşa Azadiyê ya Rojava hate pêkanîn, ev şoreş piştre veguherî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bû mînaka çareseriyê ji krîza li Rojhilata Navîn re. Ev pêngava şoreşgerî û mînaka jiyana azad bi dayina berdêlên giran, bi têkbirina lîstikên hêzên modernîteya kapîtalîst, bi hilweşandina hesabên netewe dewletên li herêmê û şikandina gelek êrîşên çeteyan, pêk hat. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêlên giran dan, zehmetî kişandin, lê belê heta dawiyê derfetên jiyana azad bi berxwedanê parastin.
Hevrêyê me Qehreman jî di Adara 2012'an de tevlî vê pêvajoya şoreşê bû, bi wezîfeya xweparastinê rabû. Şoreşa Azadiyê ya Rojava li cehenema Rojhilata Navîn bihuştek afirand, ji gelên bindest û mirovahiyê re bû hêvî. Hevrêyê me Qehreman jî bi her awayî tevlî vê pêvajoyê bû. Ji bo parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava li çeperan, li eniyan bênavber têkoşiya û bi wêrekiya xwe ya bilind tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Hevrêyê me Qehreman wezîfeya parastina şoreşê bi serbilindiyeke mezin dewam kir û sala 2015'an beşdarî pêvajoya perwerdeyê bû, di îdeolojî û felsefeya Apoyî de xwe kûr kir û ji bo bibe parêzvanekî fedaî yê Şoreşa Azadiyê ya Rojava her tim xwe şareza kir. Hevrêyê me Qehreman piştî perwerdeyê bi berpirsyarî rabû û weke fermandarekî tevlî têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û çeteyên bermahiyên El Qaîdeyê bû. Hevrêyê me Qehreman bi kesayetiya xwe ya ji dil, tevlîbûna ji dil, nêzîkatiya xwe ya gelparêz û hezkirina ji welêt re hem li nava gelê me hem jî li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Tevî ku li dijî çeteyan têkoşîneke bi bandor meşand, dît ku çavkaniya çetetî û faşîzma li Rojhilata Navîn dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP'ê ye ku li pey xeyalên Osmaniya Nû ye. Di serî de DAÎŞ gelek rêxistiniyên çete bi destê dewleta Tirk hatin xwedîkirin, fînansekirin, di ser Tirkiyeyê re ji tevahiya cîhanê hatin komkirin, ji Sûriyeyê re hatin şandin, bi destê MÎT'ê berê van çeteyan dan gelê Kurd ê mezlûm û kirin ku êrîş bikin. Hevrêyê me Qehreman ev rastî li qada şer bi xwe dît, biryar da ku divê avkaniya çetetiyê û faşîzmê bê tunekirin. Li ser vê bingehê di sala 2017'an de ji Hêzên Azadiyê yên Rojava qut bû û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Qehreman, ji bo mineteke mezin pêşkêşî Gerîlayên Azadiyê bike ku tevkariyeke mezin li Şoreşa Azadiyê ya Rojava kirin, ji bo deynê gelê xwe bide bi eşqeyeke mein xwest xwe bigihîne çiyayên Kurdistanê. Dema ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû di encama êrîşa dewleta Tirk a mêtinger qirker de tevî komek ji hevrêyên xwe şehîd bû. Hevrêyê me Qehreman bi hesreta mezin a li çiyayên Kurdistanê, wezîfeyên girîng ji bo welat û azadiyê danîbû ber xwe, lê zû şehîd bû. Hevrêyê me Qehreman Kurdistan yek parçe didît, cudahî nedixist navbera ti parçeyî, bi hişmendiya kûr a neteweyî û hezkirina gel ji xwe re kir wezîfe ku li her devera Kurdistanê têbikoşe, bi tevlîbûna xwe ya mînak ji tevahiya ciwanên Kurdistanê re bû rastiyeke dîrokî ku weke mînak bê werirtin. Weke şopdarên hevrêyê xwe Qehreman em ê armanca xwe ya Kurdistana Azad û Rêbertiyê Azad pêk bînin..[1]