=KTML_Bold=Li Kobaniyê çanda xwarina şilikê=KTML_End=
Li herêma kobaniyê û heta bi gelek herêmên din ên kurdistanê ev xwarina şîraniya folklorîk gelekî navdar e her kes dinase. Li gorî ku temen-mezin û xelkên herêmê dibêjin ji ber ku ber şîraniya mîna Geto, Herîze, Kenafê û hwd din tunebûye, xelkê radibûn bi vî awayî ev şîranî çêdikirin. Hingê gava mirov bi awayekî dîrokî lê binêre, mirov dikare ev xwarina şîraniya yekemîn kurdan çêkiriye.
=KTML_Bold=Awayê çêkirinê:=KTML_End=
Şilik bi mewadên mîna ard, av û xwe tê çêkirin û bi awayekî zelal û şilî tê li hevxistin, angor hevîr-strandina wê ne ya mîna nan e. Paş ew ava êrd, bi awayekî giloverî li ser sêleke ji agirê daran tê meydandin heta ku diqemire. Piştî ku ew ard diqemire û mîna nanekî qalind derdikeve, ew nan tê hûrkirin. Li aliyê bi ava şêkir ku jêre dibêjin aqît li ser wî nanê hûrkirî tê werkirin, heta demekê dimîne û paşê dixwin.
Hêjayî gotinê ye ku ev awayê çêkirinê tenê di mehên remezanê yên rojiyê de çêdibe. Li rex vê şîraniyê gelek awayê din yên şîraniyê yên mina qitmir û nanê tîrê bi gelek awayên cuda cuda çêdibe.
Yanî hinek bi tenê avê li nav dixin û hinek jî rûn dixine navê, peyre bi ava şêkir tê tevdan, ev yek li gorî hezkirima xelkê herêmê dikare were cudakirin.
=KTML_Bold=Navê şilik ji kur hatiye?=KTML_End=
Gava ku me peyva şilikê ji xelkê pirsî, wan digot şilikji şilahiyê hatiye wergirtin, ji ber ku xwarineke wiha ku bi şilahiya şîraniyê ango aqîtê re tê xwarin.
Ev mîrasa bav û kalan ta niha jî berdewam e.
Çavkanî: Hevpeyvîna bi xelkên herêma Kobaniyê re.[1]