Navê pirtûkê: ODEYEK JI BO XWE
Navê nivîskar: William Eagleton Jr.
Navê Wergêr: #Fahriye Adsay#
Zimanê Wergerê: Ji Inglîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2019
“Bavê min wê kêfxweş bibûya bi çapa nû ya kitêba xwe ya dîrokî, lê ji ber dilnizmiya xwe ne li benda tiştekî wiha bû û ev ji bo min surprîz e ku dibînim hinek kurdên şareza yên ez nas dikim, hê jî vê kitêba li ser Komara Mahabadê ji nav gelek vegotinan de, yên kurdî jî tê de, wek a girîngtirîn dibînin. Hin hûrgilî tê de hene ku di berhemên din ên bi vî rengî de tunene û besîtbûna şêwaza nivisînê jî dike ku vegotin jidil be. Ji bo ev serpêhatî were ser “Perdeya Sînemayê” bi salan e dixwazim bibim katalîzor lê filmek tenê nikare bi eynî kûrahiyê vebêje. Her kî bixwaze vê rabirdûya esîl û trajîk bizanibe, ev kitêb wê wan ronî bike û bike ku dema niha ji bo herkesî rêya siberojeke baştir veke. Ji bo vê em deyndarê kurdan e!” Nêzîkî 60 salî di ser nivîsîna wê re, kitêba kult a William Eagleton ku hê jî yek ji çavkaniyên herî girîng e li ser Komara Kurdistanê, êdî bi kurdî ye.[1]