KURDISTAN DI ŞERÊN XAÇPERESTAN DE..BAZIRGANÎ, BICIHKIRIN Û LAWAZÎBÛN
HISÊN CIMO
Werger ji erebî: #Kendal Cûdî#
Zanyarê erdîngarî yê Endulusî Ibn Cubyer, sê rêwîtiyên keşfê li Rojhilat pêk anîn û bi salan ev rêwîtî dewam kir. Ji wan rêwîtiyan, ya herî giring çûyîna wî ber bi bajarên Şamê ve bû ku sala 1183`an ango di lûtkeya şerên Xaçeperestan de, dest pê kir. Dibe ku taybetmendiya Endulusî di beşên ku wî bi xwe vegotine, wekî şahid bû û bi berfirehî behsê kiriye. Tevî ku ew endelusî ye û dilsoziya xwe ji dewleta Elmowehîdîn a Amazgî (Başûrê Endelus û Fasê) venaşêre, lê hezkirina wî ya zêde ji Selahedîn re bêtir hevgirtî ye. Lê wî hemû destkeftiyên ku di rêwîtiya xwe de li welatê Sultan Selahedîn dîtine, behsê kiriye û pesna wan destkefiyan daye. Her wiha eger wî tiştekî jê ne razî bû dît jî, wekî dîtinên xwe yên li Misirê li ser talankirina rêwiyan dinivîsand û digot:”Bê gûman ev yek bê agahiyan Selahedîn çêbûye. Eger agahiyan wî jê çêbûye, wê qut bikira wekî ku berê tiştên jê mezintir qut kirine”. Di heman demê de, bi wêrekiyeke ji nedîtî ve, dibêje”Ji welatên Fasê pê ve, tu islam tune ye..ji bilî vê yekê li van herêmên rojhilat islam xewn û xeyal e. Her wiha ne heq, ne jî ol ji bilî gel Elmohewîdînan tune ye. Ew îmamên dawî yên serdemê yên edaletê ne. Her wiha hemû padîşahên di vê demê de, têkiliyên xwe bi bazirganên misilman in wekî ku bazirgan deyndarê padîşahan in, ji bilî ev sultanê adil Selahedîn”(Rêwîtiya Ibn Cubeyr – weşxaneya Elhîlal).
Di vê atmosfera hevgirtî ya di navbera heyecana ji bo sultan û paşguhkirina daxwazên xelkê û rûreşkirina mîrên nedilsozên Selahedîn, Ibn Cubeyr yek ji wan tiştên ku di gerên xwe de herî zêde ew matmayî hişt, bi awayekî hostayî tomar kir. Ew bi karwaneke bazirganî ku ji Şamê derketibû û ber bi Akko ve ku di destê Xaçperestan de bû diçû, wê demê “Karwanên bênavber ji Misirê heta Şamê bi ser welatê Frankan diketin. Her wiha misilmana ji Şamê heta Akko jî bazirganî dikirin. Di heman demê de, bazirganên Xiristiyan jî rê li ber yekî ji wan nehate girtin û li pêşiya wan nasekinin. Xiristiyanan li welatê xwe bi armanca ewlehiyê, bac ji misilmanan distandin. Her wiha bazirganên Xiristiyan jî li welatên mislimanan ji ber kelûpelên xwe bac didan. Di navbera wan de lihevhatin û di her warî de nermbûn hebû. Xwediyên şer bi şerên xwe re mijûl bûn û mirov saxlem in û dinya ji bo yên serdest bûn. Ev jînenîgariya xelkê vî welatî di şerê wan de û di fitneya navbera mîrên misilman û padîşahên wan de jî. Her wiha bandor ne li xelkê û ne jî li bazirganan dikir. Di bin her şert û mercî de, çi aştî û çi şer, ew her di nava ewlehiyê de bûn. Balkêşiyên li vî welatî ji nîqaşên li ser mezntir e û Xwedê peyva Îslamê bilind bike”.
Dîmena bazirganiya xwezayî ya di navbera misilman û Xaçeperestan de, li gorî rêgezên ku ji aliyê herdu aliyan ve tê rêzgirtin, bi dîmenek din re tevlîhev dibe. Dema ku karwan ji Şamê derdiket, artêşa Selahedîn bi serketî ji şerê keleha Kerek vedigeriya û di nava xenîmetên şer de, bi hezaran jinên kole derbasî Şamê dibûn. Lê ji aliyekî din ve jî, karwanê bazirganiyê ji Şamê ber bi welatê Xiristiyanan ve diçû, di demekê de ku bi hezaran jinên kole derbasî Şamê dibûn. Ibn Cubeyr vê bûyerê wiha vedibêje: “Yek ji tiştên herî balkêş ên di vê dinyayê de, ew e ku karwanên misilmanan ber bi welatê Frenkan ve diçûn û dîlên Frekan jî diketin welatên misilmanan”. An jî berovajî çêdibû ku kolanên Akko bi dîlên misilman jî dagirtî ne.
Eger ev rewşa bazirganî û danûstandin di navbera herdu aliyan de ev bû, her wiha kar û berjewendî qut nebûn û karwan diçûn û dihatin, gelo çima bajar û rewşa xelkê xweş nebû? Her wiha çima berjewendiyên bazirganî di rawestandina şeran de biser neket? A herî giring, çima rêya sereke ya bazirganiya cîhanî ya di navbera Asyaya Rojhilat û Ewropaya Rojavayî de, veguhirî Deryaya Reş, di demekê de ku şeran rê li pêşiya karwanên bazirganî nedigirtin?
=KTML_Bold=Derketina Venedîka=KTML_End=
Eger em rola dewletên bazirganiya Îtalî, bi taybetî Cenova û Venedîk û tevkariya wan, di şerên Xaçeperestan û têkiliya di navbera van bajarên bazirganî yên Bîzansê re, lêkolîn nekin, wê bersiv di bin gûman û perçebûnê de bimîne. Ji ber ku ev têkilî di bin bandora bicihbûna Selcûqiyan li Anadolyayê ji “Şerê Melazekird sala 1071″de, wekî encama çareseriya bidawî nebûye, kêm dibû. Tevî dûrbûna çareserî ku ji hêla dewleta Kurd a Merwaniyê ve hate pejirandin, ji bo ku qebîleyên tirkan rêyekê din li Anadolyayê vekin, ji bilî Kurdistanê.
Tevî fedakariya Merwaniyan”di berdêla mayînê de, serwerî ji destê xwe dan”, lê ji bo ji holê rakirina diyardeyên niştecihbûna tirkan li Kurdistan û Ermenîstanê, piştî sedsalekê pêk hat, dema ku Selahedîn Eyûbî şerekî giran li seranserê Kurdistanê li dijî Selcûqiyan, dest pê kir. Ev jî wekî encamek ku pişta xwe dide rastiyên ku dîroknasên hevdem ên Selahedîn, di serî de Ibn Elatheer, tomar kiriye. Lewra giring e ku beriya şerên Xaçeperestan û beriya ku behsa rola bajarên Venedîk, Cenova û Pîsa di xêzkirina taybetmendîyên Rojhilat de were kirin, behsa Kurdistanê were kirin. Ji ber ku van dewletan bi rêya pêşxistina ramana veberhênan di kirîzan de, bingeha yekemîn a kapîtalzima bazirganiya nûjen a ku di gelek parzemînan re derbas dibû, danî.
Di destpêka Sedsala 11`an de, dema ku Selcûqî bûn cîranên Kurdan, dewleta Merawanî mîrnişîna herî bi hêz a Kurdan bû ku li herêmên Kurdistanê û deverên Ermenîstan û Azerbaycanê rêvebertî dikir. Di nava çend salan de Kurdan xwe cîranê miletekî nû (Selqûqiyan) dîtin û di sala 1042`an ji aliyê bi deh hezar siwarên Selqûqiyan ve rastî hewldana yekem a dagirkirinê hatin, lê bi serneketin. Dîroknasê dewleta Merwaniyan û hevdemê çend mîrên dewleta Merwaniyan Ibn Ezreq Elfariqî li ser vê hewldanê wiha dibêje: “Ev yekemîn derketina tirkan li vî welatî bû û tu kesî wêneyên wan nedîtibûn(R.161).
Lê dema ku di sala 1071`an de, saeta Şerê Melazkert (Melazekird) nêzîk bû, Sultanê Selcûqiyan beriya ku biçe şer, serdana Amedê kir û bi mîrê dewleta Merwaniyan re hevpeymanek pêk anî. Ibn Ezreq di “Dîroka Elfariqî” behsa xalên peymanê nekiriye, ji ber ku dema dewleta Merwaniyan hilweşiya û Selcûqî bûne xwediyê Kurdistanê, pirtûka xwe nivîsand. Lê wî rastiyên belavkirina xenîmetan nivîsî û xelkên “Melazkert û Exlat”, ku du bajarên misilmanên wan ji Kurdan bûn û Xiristiyanên wan ji ermenî bûn. Her wiha xelkê Melazkert û Exlat ji pereyên xwe yên ku heta niha têra wan dikir birin (R. 190). Ev jî nîşan dide ku artêş dabeşî du beşan bûbû; Kurd û Tirk. Her wiha nîşan dida ku ev şerekî hevbeş bû ku herdu alî ji ber sedemên xwe beşdarî bûbûn, lê encamên wê bûne para Selcûqiyan.
Cîranê nû ji dagirkirina axê wekî parêzgehên Exlat û Melazkrtê û navçeyên Mêrdîn û Cezîrê sînordar nema, lê belê çavê xwe berda paytextê Kurdistanê Meyafariqîn û navenda wê ya kevnar “Amedê”. Ibn Ezreq têkildarî vê mijarê nivîsiye û bû şahidê wêraniya wê demê û nêrîna pêşerojê yê stêrnasê mîrê dewleta Merwaniyan Nîzam Eldîn tîne bîra xwe û dibêje:”..welat ketibû destê tirkan û serdest hatine guhertin û bêedaletî û wêranî serwer bûn. Xelkê wê bi qasî gotina stêrnas hejar û feqîr bûne û heya niha ji %10 venegeriyaye wekî rojên Nizamedîn” (R.205).
Her wiha Ibn Ezreq bibîr xist ku wezîrê Selcûqiyan Farisî Nizam Elmelek ji Sultanê Selcûqî Melikşah re gotiye: “Ev welat vala bû û têde pere hene ku ne tê hejmartin û ne jî sînordarkirin” (R. 208). Her wiha Di sala 1086`an de, Melîkşah û leşkerên tirkên Selcûqî hemû mîrektiyên Kurdan desteser kirin. Sultanê Selcûqiyan ji mîrê Kurd Nasir Eldewle re peyamek şand û bi tinazî yan jî bi cidî jê pirsî ka çi hemberî tiştên ku winda kiriye dixwaze, Nasir Eldewle wiha bersivê dide:”Rimek bikeve sînga min û di pişta min re jî derkeve”(R.213).
=KTML_Bold=Venedîk û Cenova..derbeya bazirganî=KTML_End=
Bêyî dewlemendkirina analîzê ji sedemên hîştin ku şer were ragihandin, wê encameke neçarî derkeve holê ku şerê xaçperestiya olî, bi tevahî bazirganiya ku gelek sînor li rojhilatê Deryaya Spî û li seranserê Deryaya Spî derbas dikir, têk biriye. Lê ev nirxand bê xwendineke kûr, bêzar e. Nexşeya bazirganî beriya hemleya Xaçperestan a yekem di 1095 hêdî hêdî guhartin têde çêbû û ev veguhertin bi şeran re dewam kir ku bazirganiya Deryaya Spî û benderên wê ketin bin serweriya dewletên bazirganiya Îtaliya. Ev yek tê wateya dawiya sedsalên serdestiya islamî li ser Deryaya Spî.
Di paşxaneya şerên Xaçperestan de û piştî ku siwarên Xaçeperestan benderên peravên welatên Şamê desteser kirin, Cenova, Pîsa û Venedîk ketibûn nava tevgerê. Şerê wan ji bo benderan bû. Ev jî encama ku dîroknas Peter Frankopan ve di pirtûka xwe ya “Rêya Hevrîşim Nû” de, behsê kiriye. Frankopan werzê 8`an bi tevahî yê pirtûkê ji bo şerên Xaçeperestan veqetandiye. Lê ji ber ku bender hewcedariya wê bi tevgereke bazirganî hebû da ku xwedî sûd be, tê payîn ev dîmenê ku dixwest Ibn Cuyber ji derbasbûna jinên kole li nava Şamê û derketina kerwanan di heman demê de ji Şamê, rave bikira.
Lê belê, ev hevrikiya di navbera dewletên bazirganiyê de bê qurbanî derbas nebû; Dewleta “Amalfi” zû ji pêşbirka di navbera sê hêzên mezin (Pîsa, Cenova û Venedîk) de derket. Her wiha di navbera van hersê hêzan car caran li giravên Deryaya Spî şer rû dida, wekî di şerê fîloya di navbera Pîsa û Venedîkê de di sala 1099 li peravên girava Rodosê. Bi vî rengî, bazirganî di lûtkeya şerên olî de bû çêkera yekemîn a siyasetan. Ev yek dewam kir heta van hersê dewletên biçûk hewl dan ku benderên rojhilatê Deryaya Spî bihev de girê bidin. Lê Bîzans bû qurbaneke din a van şeran û tenê wekî temaşekerê şoreşa keştiyên ku di benderên Deryaya Spî re derbas dibûn, man. Her wiha Bîzansê bi rêbazên cûrbecûr hewl dida bi rêya sûdwergirtina ji bazirganên Îtaliyayê xwe ji aloziya aborî xelas bike. Dema ku Bîzans, Venedîk bi dest xist, wê Pîsa û Cenova winda dikir, an jî berovajî.
Lê belê, di sed salên destpêkê yên şerên Xaçperestan de, heyamên aştiyê ji şeran pirtir bûn. Lê ev yek neguherî heta ku tevgera Bîzansê li dijî serdestiya bazirganî ya Xiristiyantiya Rojava ku di sala 1182`an de dest pê kir ku ew bûyer wekî komkujiya Latînî tê zanîn. Xelkê bi piştgirîya desthildariyê êrişî wargehên bazirganên îtalî kirin û bi hezaran katolîk (Francopan û Pedanî) kuştin. Latîn bersiva da û êrişî bajarê Selanîkê yê Bîzansê kir û dagir kir.
Di vê atmosferê de, Selahedîn Eyûbî ev alozî wekî derftekê bikar anî û bi Împaratorê Bîzansê “Îshaq Duyem” re têkilî çêkir. Fermandarê Kurdan bi xwe re şervanên qebîleyên Kurdan ên bijarde ji çiyayên Kurdistanê anîn û derbasî deştên Misir û Şamê bûn. Fermandarê Kurdan ji bo mayîna van Kurdan di nav refên şer de misoger bike, neçar bû welatê van Kurdan bi hemleyên ku dem dem ji bo sererastkirina rewşa Şehrezûr, derdora Mûsil, Amed Exlatê pêk dianîn, ewle bike. Lewra, tevahiya hêza Kurdan a şerker cara yekemîn di dîrokê de, derketin dervayî Kurdistanê, hemdemên Kurdan û di nav de jî Ebdulah Ocalan, ev bûyer wekî rengekî ji rengên lawabûneke mezin a hêza şaristanî ya Kurdan, binav kirin.
Bîzans, di dema têkiliya xwe bi Selahedîn re, di bin metirsiya windakirina benderên xwe yên bazirganî û li ber deriyê dorpêçek dijwar a Ewropiyan de bû. Di nameya xwe ya yekem a nivîskî de ji Selahedîn re, bi hezkirineke mezin jê re got: “Ji birayê min Sultanê Misirê re, Selahedîn” (Francoban – R. 145).
Di encama Şerên Xaçperestan de plan hatin guhertin. Piştî derbeya Selahedîn di sala 1187’an, ewropî ji bo hemleya dagirkirina Misir bi xwe û piştre jî dagirkrin bajarên li qeraxên peravên Şamê yên alîgirên misilman, bi coş bûn. Lê bûyerek ji nişka ve derket ku rêça vê hemleya ku du salan amadekarî jê re dihate kirin û ji aliyê Venedîkê ve dihate fenansakirin, guhart; ew jî derketina tevliheviya Konstantînopolê bû ku dema fîloya Venedîkê nêzî wê re derbas dibû û bi hezaran leşker ji bo hemleya Misrê hildigirt. Di encam de, Konstantînopolê hate dagirkirin û êdî xeyalên bazirganî di bin bandora vê destkeftiya mezin de, ber bi rêyeke din ve çû. Ev destkeftiya mezin xewna her xirstiyanekî rojavayî bû ku paytexta cîhanê Konstantînopolê bi dest bixe.
Lê niha, gelo bazirganên şerên Xaçperestan çawa dikarin xwe bigihînin çavkaniya sereke ya dewlemendiya cîhanê piştî Konstantînopolîsê, Asyayê, heta rêya bazirganiyê ya di navbera Rojhilat û Rojava de? Ev yek qet pêk nehat. Hemleya li dijî Misirê têk çû û padîşah Eldil Eyûbî artêşa Ewropayê tune kir. Lê dema ku Xaçperestên dîl naveroka peyama ku ji hêla mîrekî Asyayî yê nenas ve hatî şandin ji hev re radigihandin ku ew tê, da ku tiştê ku nikarî hemleya Xaçperestiyê pêk bîne ew ê pêk bîne, artêşeke nû (artêşa Mexol) di rêya bazirganiya navdewletî de pêş ve diçû. Her wiha li gorî Francoban di bin nalên hespên wan de ev rê ji bo xaçparêzan ku di hemleya wan yekemîn de””rêya bihuştê” bû, ji bo her kesê xwe têde didît bû”rêya dojehê”.
=KTML_Bold=Bajar û sûr=KTML_End=
Di serdema şerên Xaçperestan de, rast e ku bazirganî nesekinî û bazar aktîf mane û berhemên nû ketine nava wan. Lê bajar bûne şahidê qonaxeke dijwar a ku jê re “hilbijartina leşkerî” tê gotin. Gelek bajar bi awayekî temamî wêran bûn. Her wiha di demekê de ku hin bajar û kelehên ku bi sûrên mezin hatine parastin û artêşên bihêz (Şam, Heleb, Akko, Nablis) li ber xwe didin, lê bajarên biçûk ji ber pevguhertina kontrolê de wêran bûne û her carê nifûseke nû dihate sazkirin. Di heman demê de, di hin rewşan de jî kesên serketî tevahiya xelkê bajêr dikuştin. Li gorî dîroknasekî islamî hemdemê wê qonaxê bû (Ebû Elfîda Eyûbî) di sala 1290’an, mîna ku misilmanan li Trablusê ya Lubnanê, bi serê Xiristiyan de kir û bajar bi erdê re kirin yek. Her wiha Xaçperestan jî heman tişt bi serê xelkê rojhilatî yên misilman û xiristiyan ên li beravên Sûriyê re kir.
Di bin bandora êrişên derve yên li pey hev de, ji şerên Mexolan û hatina qebîleyên tirkan ber bi Îran, Anadolya û Iraqê û şerê Xaçperestan û di serî de jî şerên navxweyî yên islamî yên di navbera mezheban de, nexşeya nifûsê xwe ji diyardeyên vê xweseriyê dînamîzma demografiyê, saz kir. Her wiha jiyan li deverên çiyayî û çolistanî yên dûrî kembera bajaran û bazirganiyê vegeriya. Kesên ku di şer de têk çûn, li deverên çiyayî yên ku bi peravên Sûriyê û çiyayên Kurdistanê û Qezwînê dagirtî bûne, wargeh ava kirin, “Mirov dixwestin li çiyayên bilind ên ku rêyên xwe dijwar bûn bijîn û di wê demê de gelek kes hatin çiyayê Lubnanê” (Mihemed Kurd Elî – Planên Şamê).
Tevî ku welatên rojhilatê Deryaya Spî ji hêla benderên deryayî, navîgasyona çem û rêyên karwanan ve dewlemend bûn, lê ew bûne welatek nîv dorpêçkirî. Ji ber ku bazirganiya navdewletî rêyên alternatîf peyda kir û di hin rewşan de welat di hundir de wêran dibû. Di hemleya Xaçperestan a yekemîn (1096) de, serokê Selcûqiyan li Anadoliyayê Kiliç Arslan, ji bo tolê ji artêşên Ewropayê yên ku welatê wî dagir kiribûn û ber bi Sûriyê ve diçûn hilîne, rêbazekî hovane bikar anî. Arslan bermahiyên artêşa xwe kom kir û hemû tiştên xwarinê di rêya Xaçeperastan a ber bi Sûriyê ve, şewitand. Di encamê de, dexlên xelkê û darên berhmedar ji holê hatin rakirin. Dîroknasên ku alîgirê rêbaza vî mîrê Selcûqî bûn, pesna vî rêbazî hovane yê mîrê Selcûqî didan. Di encamê de, bandora rasterast a vê tedbîra tolhildanê ew bû ku birçîbûn di nava xelkê de çêbibe yên ku nikarin li hemberî hovîtiya artêşên şerker de, tiştekî bikin.
Di serdema şerên dawî yên Xaçeperestan de ango dawiya Sedsala 13`an, bazirganî bi tevahî nesekinî. Lê di rêya bazirganiyê de guhertinek çêbû. Lewra, bazirganên Cenova û Venedîkê li şûna bazirganiya herêmî, ya navdewletî dipejirandin, da ku sûdê ji buhayê wê bigirin. Di encamê de, dewletên biçûk ên Îtaliyayê, di demên cûda de bi standina tawîzên rêya Deryaya Reş ji Bîzansê biser ketin.
Dîroknas Maria Pia Bidani di pirtûka xwe ya bi navê “Venedîka Deriyê Rojhilat e” de, rola Venedîkê di serdema şerên mezin ên di navbera rojhilata islamî û rojavaya Xiristiyan de analîz dike. Ev dewleta bazirganî dem dem beşdarî şerên Xaçeperestan bû û li gorî hesabên Maria: “Venedîka dema dît ku derfeta qezencê bandora neyînî ya muhtemel li ser bazirganiya navdewletî derbas dike, wê demê piştgirî da Xaçeperestan-R-59” çi bi dewleta Bîzansê re çi bi bazarên islamî. Bazirganên Venedikê û Cenova kontrola dahatên tevahiya bajaran, wekî Orşelîm(Qudis), Yafa, Heîfa û Akko, parve kirin.
Di sala 1120`an de, Venedîka bi awayekî giştî beşdarî hemleya Xaçperestan bû û keştiyên xwe yên bazirganiyê yên mayî li Konstantînopolê ber bi peravên welatên Şamê yên Xaçperest ve şandin. Di encamê de, li her bajarekî ku ji hêla Xaçperestan dihate serwerkirin, venedikî taxeke taybet bi xwe ava dikirin(Cihê bazirganî). Di dawiyê de ango di sala 1125`an de, fîloya Venedîkê ku bi xenîmetê barkirî bû vegeriyan welatê xwe. Her wiha di dirêjahiya sê salan de, keştiyên wê dev ji bendera Konstantînopolê berdan û ev yek zirar gihand berjewendiyên Yewnanîstanê jî. Piştî vê ceribandina hêzê, împaratorê Bîzansê biryar da ku taybetmendiyên ku berê dabûn Venedîkê ji nû ve vegerîne da ku wan razî bike ku vegerin Konstantînopolê.
Lê belê, Bîzansê biryarek xeternak di sala 1170`an de girt û bû sedema geşepêdanek bazirganî ya mezin di rêyên veguhestina kelûpelan de. Bîzansê ji dewletên Pîsa û Cenovayê re tiştên ku qet ji keştiyên Venedikî re qebûl nedikir, lê destûra bazirganiyê li Behra Reş qebûl kir (Bidani –R. 63) û bazirganên Venedikî girtin û ew xistin zindanê. Li hember vê windabûnê, Venedîkê serî li tolhildanê neda, texmîn dikirin ku wê vegere peravên Şamê da ku ji avantajên xaçparêzên dijminên Bîzansê sûd werbigire. Lê Venedîkê têkiliyên xwe bi bazaranên misilmanan bi rêya pevguhartina kelûpelan li bajarên di bin serweriya Xaçeperestan de wekî Akko(R.63) zindî kir. Piştre, têkiliya di navbera her du aliyan de hate guhartin. Di encamê de, Venedîkê paytexta Bîzansê xist bin kontrola xwe û di wê de hikûmetek bi navê ” Latin Empire” di destpêka sala 1204`an de ava kir. Wekî ku di nexşereya jêrîn de diyar dibe.
Lewra, hindik ma bû ku Konstantînopolîs bibe paytexta Venedîkê ya nû, eger meclisa bilind a Vendîkayê destwerdan nekira. Ji ber ku meclis ditirsiya ku “Venedîk”, vegerê wekî berê gundekî masîgiran.
=KTML_Bold=Bicihkirin û avakirin=KTML_End=
Di hin pêvajoyên dîrokê de, gihandina pişt Asaya Navîn bi rêya Deryaya Reş, ji bo bazirganên Ewropayê ewletir bû. Lewra ji ber bextreşiya hin stasyonên bazirganiyê yên li rojhilatê Derya Spî, ango herêma ku di ser Ermenîstan, Kurdistan û bakurê welatên Şam re derbas dibû, xelkê jê koçber bû û di nava hejarî û xizaniyê de ma. Heman tişt li Anadolyayê jî çêbû ku di pêvajoyên kurt de lê bi zor, veguhirî”Artêşên bê civak”. Di encamê de, bandorek mezin li paşxistina rûniştina gelên nûhatî, wek qebîleyên tirkan li bajaran kir. Her wiha heya demeke dirêj, ew gelan e mîlîtarîst man. Dibe ku ev yek bi awayekî erênî bandor li bajar û gundên çandiniyê yên windabûyî yên li Anadolyayê kir, bê ku bikeve nava qerebalixa kesên nûhatî. Di heman demê de, taybetmendiya koçeriyê, an jî nebicihbûna li bajaran, bû taybetmendiyeke qebîleyên Tirk heta demeke di serdema dewleta Tirkmen a Elaq Qoyunlu ya Amedê de (1469 – 1502).
Vê qebîleyê bi salan herêma Kurdistanê xiste bin serweriya xwe û hin mafên taybet dane bazirganên Vendîka li Diyarbekirê, bê ku ji bo gelê xwe yê Tirkmen bajaran ava bike. Venedîkê li Diyarbekirê, bi paytexta xwe ya dîrokî ya kelehkirî Amed, wekî eniya rojhilatî ya yak u berfirehbûna destpêka Osmaniyan dorpêç dike, didît. Lê piştî ku Mihemed Fatih Konstantînopolîs di sala 1453`an de xiste bin serweriya xwe, têkiliya herdu aliyan xerab bû û di navbera wan de çend şer rû dan. Di encamê de, Venedîka bi serokê Elaq Qoynulu li Diyarbekirê re Aozon Hesen, hevpeymaniyek ava kir. Lê Aozon Hesen qels bû û zû hilweşiya.
Memlûkan ku piştî Eyûbiyan, desthilatdariya xwe li rojhilatê Deryaya Spî bi hêz kirin, bajarên Kurdan li ser hevkêşeyek ku heta îro bandora wê heye, ma. Ev herêm bi du qonaxan; dewleta Merwanî û paşê dewleta Eyûbî, ji bicihbûna tirkan a nûjen rizgar bû. Her wiha yek ji encamên civakî yên serdema van her du dewletan bê ku ev yek di nivîsên dîrokzanan de bê belgekirin, rawestandina pêla erebkirinê ya jixweber û berdewam a ber bi Kurdistanê ve bû, her wiha kêmbûna hebûna Ereban a kevnar a ku ji destpêka desteserkirina islamî ya zû li Kurdistanê qut nebûye. Her wiha piştî serdema Eyûbiyan dîtina kesayetiyên serkirdayetiya Ereban bajarên kevnar ên Kurdan, ne asayî bû. Berovajî qonaxên berê yên ku Hemezan ku kevintirîn bajarê Kurdan di dîrokê de bû, ji bo bi hezaran Erebên ku hatin heta dawiya sedsala 10`an bûbû wargehek.
Her wiha encama sêyem jî ew e ku dewleta Eyûbî Amed, Badlîs û Erziromê bi rêya Heleb, Mûsil û Îsfehanê ve bi bazirganiya navdewletî ve girê da. Her wiha toreke bazirganî ya aktîf ku navendên wan hatin vejandin ava kir. Di heman demê de, mirov dikare dîroka girêdana bazirganî ya di navbera Kurdistanê û Helebê de, wekî têkiliyeke kûr ku dewleta Merwaniya bi dewleta Hemedaniyê li Helebê ava kir, binav bike. Piştre di heyama Eyûbiyan de, di bin yek alê de bûne yek. Ev yek jî di mîrateya kurdan de heya roja me ya îroyîn diyar dibe, ji ber ku Heleb ji bo Kurdistanê paytexta cîhanê ye.
=KTML_Bold=7 sedsalên valahiyê=KTML_End=
Di du sedsalên şerên Xaçperestan de, bajarên ku bi qîmet bûn, wek ku li jor hat gotin, ew bajarên ku xwedî sûrin mezin bûn wek Heleb, Şam, Mûsil û Amed. Her wiha bajarên ku sûrin wan kêm bûn, bi demê re winda bûn tevî ku hin ji wan geş bûn. Bajarê Serêkaniyê ku dewlementir bajarên bi av bû li herêmê û niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên alîgirê wê de ye, nimûneyeke bi bandor a kêmbûna parastinê û derketina ji rêya bazirganiyê bû. Êdî heta di destpêka sedsala 20`an de, jiyan têde nebû. Her wiha wekî gundekî ku koçerên Çerkezan têde bicih bûn, mîna Minbicê li Sûriyê, ku di serdema navîn de, navendeke sereke ya şaristanî û bazirganî bû, êdî jiyan têde nebû heta ku desthilatdarên Osmanî penaberên Arnaût (ji Albanya) di destpêka sedsala 20`an de têde bicih kirin.
Li dirêjahya herêma di navbera Sûriye û Iraqê de, bi taybetî ku vê dawiyê ji aliyê DAIŞ’ê ve hate desteserkirin(Dêrazor-Palmîra-Enbar), bajarên ku beriya islamê heta serdema Ebasiyan geş bûn, winda bûn. Her wiha heyama ku pêşketina bajarbûnê rawestiya bû û heyama jinûve vejandinê, 7 sedsal derbas bûn. Bajarê ku ji vê paşveçûyînê rizgar bû, Mûsil bû, ku sûrin wê yên xurt û cihê wê ya li ser xeta postê ya di navbera Bexda û Konstantînopolê de di serdema Osmaniyan de bû alîkar ku bibe hêzek nûjen û parastina xwe ji tunekirinê biparêze, wekî mînaka berxwedana wê ya li hember hemleya Nadir Şah Afşar di sedsala 18`an de. Her wiha ji bo zelalkirina awayê tunekirinê li Rojhilat, tenê têrê dike ku em îşaret bi windabûna bajarên Şehrezûr, ku heta sedsala 13`an wek paytexta Kurdan li herêma ku îro jê re dibêjin Herêma Kurdistana Iraqê bû, bikin û heta îro jî nayê zanîn ku cihên van bajaran ku di serdema navîn de ji aliyê erdnîgarên misilman ve bi dirêjahî behsa wan dihate kirin, li ku derê ye.[1]