$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Huseyîn Kamkar
Nasnav: Argeş Şoreş
Cihê jidayikbûnê: Mahabad
Dayik-Bav: Hacer-Xidir
Dem û cihê şehadetê: 22-03-2018 / Qendîl
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Argeş li nava malbateke welatparêz a ji bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, ku li vî bajarî Qazî Mûhammed û hevrêyên wî li Qada Çarçirayê sirûda azadiyê xwendin. Hevrêyê me Argeş bi dîrok û çanda xwe dilsoz mezin bû. Bi hişmendî û terbiyeya welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî tevlî nav atêkoşîna şoreşê bû. Hîn di ciwantiya xwe de tevlî karê rêxistina ciwanan bû. Di vê demê de ji aliyê rejîma Îranê ve gelek caran hate girtin, êşkence lê hate kirin. Hevrêyê me Argeş îradeyeke mezin nîşan da û ji têkoşîna xwe ti carî paşve gav neavêt. Hevrêyê me Argeş ku diyalektîka pêşketinê ya partiya me PKK'ê baş têgihîşt û pejirand, ji bo bicihanîna paradîgmaya Rêber Apo biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Bi gotina xwe, piştî ku tevlî nava refên gerîla bû xwe ji nû ve dît û di demeke kurt de li nava refên gerîla bi felsefeya Rêber Apo bû yek. Hevrêyê me Argeş ku wateyeke mezin da hevrêtiya PKK'ê, hewl da heqê vê hevrêtiyê di tevahiya jiyana xwe ya gerîla de pêk bîne. Yek ji xeyalên xwe yên herî mezin jî ew bû ku paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bide nasîn, ji bo vê jî di jiyan û hevrêtiyê de bû milîtanekî bi mînak.[1]