Navê pirtûkê: Bêndera ramanan (2010-2023), bijarteyek ji nivîsên kevn ên li ser giringiya ziman, çand, mantiq, felsefe û dîrokê.
Navê nivîskar: Omitê Mistefê (#Umîd Demîrhan#)
Cihê çapkirina pirtûkê: Bazîd
Navê çapxaneyê: Dîjîtal
Sala çapê: 2023
ZIMAN Û ÇAND
Bazîd wekî navendeke zanistî Di dîroka her welat û gelî de çendek taybetmendiyên hinek bajaran hene. Bajar jî wekî mirovan in. Tên avakirin, geş dibin û dimirin. Lê cudahiya di navbera bajar û mirovan de ew e ku temenê bajaran ji temenê mirovan dirêjtir dibe. Hinek bajarên siyasî çendîn sedsalan wekî paytext dimînin, hinek bi sedsalan wekî bajarê bazirganiyê tên naskirin, hinek mirî tên cîhanê, bi salan mirî dimînin û navê wan nakeve deftera mişkan jî. Bazîd jî di kûrahiya dîrokê de cihekî wê yê taybet heye ku di gelek heyaman de bûye navendeke zanistî. Him di nava kurdan de him jî di nava cîhanê de hinek taybetiyên Bazîdê, wê derdixin asteke bilind. Mîmarî û avahîsaziya Bazîdê pêşengê konforê ye, di cîhanê de cara pêşîn pergala kalorîferê li Bazîdê hatiye sepandin û tetbîqkirin. Di nava dîwarên Keleha Behlûlî de (ku hûn wekî Seraya Îshaq Paşe nas dikin) lûleyên ji kevirê giranît hene û dema ava germ tê re derbas dibe keleh gişt germ dibe. Di wê heyamê de ev pergal li tu dereke cîhanê tuneye, tunebûye. Zanistên avahîsaziyê li Bazîdê bi pêş neketana ev encam dernediket holê. Her wiha li fêza kelehê tewleyeke kelê hebûye ku ajalên barkêş, doşanî û siyariyê lê hatine xwedîkirin. Hê hê jî navê vî gundî Tewleya Hêsiyê ye. “Hêsî” di devoka Bazîdê de tê wateya lûtke an jî qatê rajorîn. Li vê tewleyê dema pez an jî dewar hatine dotin şîrê teze bi riya lûleyeke kaxetît (bi boriyeke ji tuxlayê) şandine kelehê. Şêniyên kelehê yên mîrzade, axazade, begzade û giregirek sibeh sibeh şîrê teze vexwarine. Min bi çavê xwe ev lûleya kaxetît dît ku ji tewleyê heta kelehê di bin erdê re kişandine. Heke ev ramana ekolojîk di nava bazîdiyan de tunebûya ev mîmarî jî dernediket holê. [1]