Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,652
Wêne
  123,884
Pirtûk PDF
  22,079
Faylên peywendîdar
  125,546
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Li TBMM gengeşeyên qaşo kurdan jibo Konferansa Lozanê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish2
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Peymana Lozanê
Peymana Lozanê
=KTML_Bold=Li TBMM gengeşeyên qaşo kurdan jibo Konferansa Lozanê=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

Biryar tê dayîn ku di 20ê çirîya paşîn 1922yan da (20-11-1922) li Swisreyê, li bajarê Lozanê (Lausanne) Konferansa Aştîyê ya Lozanê were çêkirin. Heyeta Tirk ku beşdarîya Konferansa Lozanê bibe, di 3yê çirîya paşîn 1922yan da li runiştineka veşartî ya TBMM da tê hilbijartin ku ev heyet ji sê kesan pêkhatîye: Wezîrê Derve, Gelwekîlê Edirneyê Ferik (Tuggeneral) Îsmet Paşa (İnönü), Wezîrê Tendurustîyê, Gelwekîlê Sînopê Dr. Rıza Nur û Wezîrê Aburîyê, Gelwekîlê Trabzonê Hasan Hüsnü tên hilbijartin. Dîsa biryar tê sitandin ku Gelwekîlê Adanayê Zekaî, Gelwekîlê Saruhanê (Manisa) Celal (Celal Bayar), Gelwekîlê Dîyarbekrê Zülfî (Tigrel- nêzîkayîya wî bi Mistefa Kemal ra hebûye), Gelwekîlê Burdurê Velî jî têkevin nav wê heyetê. Yanî sê delege (nûner) û çar gelwekîl û şêwirmendên çapemenîyê bi tevayî 21 kes tên hilbijartin. Balkêş e, lîsteyê wer amade kirine ku eger Îsmetê Kerr (İnönü) yê Bidlîsî wek kurd neyê qebûlkirin, zilamê Kemal Paşa Zulfoyê Dîyarbekirî jî kurdekî bûye.
Hukumeta Ankarayê (TBMM), di 1ê çirîya paşîn 1922an da biryar distîne ku Saltanat û Xîlafet ji hev cîyê ne û Saltanatê fesih dikin (ji navê radikin). Ev biryar ji alîyê hêzên Rojhilatî ve bi kêfxweşî tên nirxandin û piştgirî nîşan didin ku ew hewildaneka pêşverû qebûl dikin. Bi vê biryarê hukumet û meclisa Ankarayê (TBMM) pêşî li daxwaza hukumeta Stanbolê digire ku wan jî xwestibûn beşdarîya Konferansa Lozanê bibin. Hukumeta Stanbolê ku di bin serokatîya Tevfik Paşa da li ser kar bû, di 4ê çirîya paşîn 1922an da îstîfa dike û bi vî awayî hukumeta osmanî ya dawîyê, derbasê nav rûpelên dîrokê dibe. Padîşahê Osmanî yê dawî Vahdettîn jî, roja 17yê çirîya paşîn 1922an bi keştîyeka inglizan direve Maltayê. Bi vî awayî li ser navê TBMM hukumeta Ankarayê wek temsîldar beşdarîya Konferansa Lozanê bi dest dixin. Li TBMMyê roja 3yê çirîya paşîn 1922an di derbarê şola kurdan û Konferansa Lozanê ku dê were çêkirin da ”Gelweîlên Kurd”(!) axiftinên balkêş dikin. Hin ji wan ev in:
Diyab Axa (Gelwekîlê Dêrsimê): ”Efendîno, li qusûrê min nenêrin ez kal im. Em hemî dizanin û dibêjin ku dîn û dîyaneta me, esil û neslê me timî yek bûye. Di nava me da ferqîyet tune ye. Navê me jî, dînê me jî, Xwedayê me jî yek bûye. Tiştê tê devê me jî ev e. Li gora halê me, gotinên ku em bêjin hene. Hema divê van halan bi alîkevin… Xwedê jî, dê alîkarîya halên me bike. Xwedê alîkarê rastîyê ye. Li qusûrê min nenêrin ezbenî kal im. Li gora halê me, gotinên me hene.
Soysallı İsmail Suphi (Burdur)- Fikrê te yê derbarê sulhê da çîye?
Diyab Axa (berdewamî)- Lê îro dînê me jî, dîyaneta me jî, kitêba me jî, hemî yek in.
Necati Efendî (Lazistan)- Tu dê ji Murahhasan (delege-nûner) çi bixwazî?
Sırrı Bey (İzmit)- Got lo (ya)…
Diyab Axa (Dêrsim)- Xwedê bibe alîkarê wan. Ew çi munasib dîtine, bila wê bikin. Bila hemdê Xwedê bin yên diçin, kesên dînê xwe, dîyaneta xwe dizanin. Ez texmîn dikim ku yên di nava heyetê da ne, ji dînê xwe ra, ji dîyaneta xwe ra xîyanetê nekin (Çepik).
Em hemî yek in. Çi doza (dawa) tirkîtîyê, kurdîtîyê heye. Em hemî yek in, bira ne (dengên Bravo, çepik). Dikare pênc deh kurên kesekî hebin. Dikare navên wan yek Hasan be, yek Ahmed, yek Huseyîn, yek jî Mehmed be. Lê hemî yek in. Em jî weha ne (dengên Bravo). Dînên wan, dîyanetên wan, qebîleyên wan yek in. Lê dijminan labikan çêkirine da ku em êrîşên hev bikin. Ew hîle dikin ku tu weha yî, ez weha me û filan û bêvan.. Em yek bira ne. Dînê me, dîyaneta me yek e.. La Îlahe Îllallah Muhammedin Resulullah, eha ev e. (dengên bravo, çepik)” (Türk Parlamento Tarihi, TBMM I. Dönem, II. Cilt, s. 336, (3 Kasım 1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse))
Süleyman Necati Bey (Gelwekîlê Erziromê): ”Ezbenî, ji alîyê me hemîyan ve malum e ku ji encamên merhaleyên sîyaseta Şerqê yek jî jê, di bin navê kêmnetewetîyê da perçekirina Tirkîyeyê û biliandina Asyayê ye. Ev şol/mesele- pirs, hem jibo hebûna me ya neteweyî giring e û hem jî yên ku min şandine vê derê, piranîya wan kurd in, loma li vê derê ez dixwazim bibim tercumanê wan biraderên vî wetanî û ji delegasyonên konferansê ra hîssîyatên wan pêşkêş bikim…
Efendîno, wek hûn dizanin, sedemê yekê ku neteweyan ji hev cîyê dike, dîrok e, yeka dî jî wezîyetên îktîsadî (abûrî- ekonomi) ye. Eger em li kûrayîya dîrokê binêrin, hûn dê bibînin ku dîroka kurdan, her dem digel tirkan bûye.” (dengên, nûha jî welê ye)
Gelwekîlê Erziromê Suleyman Necatî Begê ku gotîye, dayîka wî kurd e; di axiftina xwe da behsa dîroka kurdan û tirkan ya berîya Îslamîyetê û piştî wê kirîye û îddîa kirîye ku kurd jî qewmê Turanê ne û bi awayê qetî kurd, tirk in û wd. Ne ercîya ye ku mirov van tiştên tewş û beredayî li vir binivîse û wexta xwe bikuje. Loma min tevayîya axiftina wî nezivirand kurdî û neqlê vê derê nekir û ev pêwist jî nîne. S. Necatî Beg di berdewamîya afiftina xwe da weha gotîye:
”Eger em dîrokê binirxînin, em dibînin ku tirk û kurd her dem digel hev meşîyane û dîroka Îslamîyetê bi hev ra çêkirine. (Dengên, îro jî weha ye) Û îro di dilê civata kurdî da, di dîroka vê neteweyê da û di amancên wê da cîyê tişteke dî tune ye (çepik).. Dema mirov were ser rengê civatê; ew hewqas têkelê tirkan bûne ku bûne wek vucudek. Îro tirkek tune ku xalê wî an xwarzê wî ango zavayê wî nekurd be. Û kurdek tune ku zavayê wî, xwarzê wî ango xalê wî netirk be. Mesela, dayîka min kurd e… Hûn çawa dikarin min ji dayîka min cîyê bikin? Mirov çawa dikare li pey lîstik û efsaneyên ewrupîyan bikeve? Heyeta nûneran divê vê rewşê digel wesîqeyan ji wan (ewrupî) ra pêşkêş bike.
Welhasil, em pêşkêşî cenabê heyetê dikin ku li welatê me hindikgrubên nejadî tune ne. Yên ku wê îcad kirine, bi meqsed in. Tehemula kurdan nîne ku gengeşekirina li ser wan, guhdarîkirina gotinên wan bike, vê rewşê divê bi lîsaneka zelal ji wan ra were gotin…” (Türk Parlamento Tarihi, 1919-1923, TBMM I. Dönem, II. Cilt, s. 338-339, (3 Kasım 1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse))
”Yusuf Ziya Bey (Bitlis)- Efendîno, jîyana abûrîya Mêrdînê, Antebê, Surucê, Urfayê, mehkûmê mirinê ne. Ji ber ku bazara wan, abûrîya wan, cîyên wn ên firotin û sitandinê bi tevayî derbasî rexê dî yê sînor bûne. Li rexê dî yê sînorî bajarên nû, bazarên nû, çavkanîyên abûrîyên nû çêdibin. Ez bi îşaretkirina Cerablusê dibêjim, ku piranîya hevalên me di wextên berê da wê dîtine, heta du sal berê ji bil antîkayê çu tişteke Cerablusê tunebû, lê îro bûye bajareke xweşik…
Efendîno, mixabin ev heqîqetek e. Mirov qefle bi qefle diherin wê derê ku lê têrdibin. (dengê qelebalixê) (dengên bidomîne) Ez behsa heqîqetê dikim, çavdêrîyên xwe dibêjim. Ji ber ku çavkanîyên zîraîyê (çinandinê) û abûrîyê li wî rexê sînorîyê da ye…
Necip Bey (Mêrdîn)- Heta erdên wan.
Yusuf Ziya (Berdewamî)- Îmkan nemaye ku mirov here rexê wî alîyî û ji erdên wê derê mefadar (fêde) bibe. Hevwelatîyên (ahalî) Kilîsê, Nusaybînê, Mêrdînê, li hemberî rexê dî (yanî xeta sînor) wek kurdeleyeke matemî dibîne. Ev xet (sînor) hew qas nenormal e ku goristanên li Kilîsê, li Nusaybînê qesebeyan ji hev cîyê dikin. Dê rojek were suryanî bêjin ku ´hûn nikarin mirîyên xwe li vir definbikin (yanî binax bikin). Di encama vê rewşa elem da li Antakyayê sêsed hezar (300.000) tirkên musulman, di bin destê bîyanîyan (ecnebî) da dinalin.
Necip Bey (Mêrdîn)- Pêncsed hezar (500.000)…
Dr. Mustafa Bey (Kozan)- Tika ye (ez rica dikim), Halebê jî ji bîr nekin; li Halebê 150 hezar nufûsa tirk heye.
Yusuf Ziya Bey (Berdewamî)- Ez rica dikim, cenabê we jî divê wê bibêje. Ev 300 hezar tirkên musulman, xwedanê çu mafek, çu huquqek nînin, di bin mandaya fransizan da, qedera (dahatuya) wan bi ermenî û durzîyan ve hatîye girêdan. Efendîno, li ser me ferz e û deyn e ku em wan bifikirin.
Refik Bey (Konya)- Jibo me hemîyan.
Yusuf Ziya Bey (Bitlîs)- Her weha (binaenaleyh) min giringîya vê nuqtayê ji cenabê heyeta me ra arz kir ku divê bi diqet li ser were rawestandin. Efendîno, tiştê ku amanca me taîn dike, Mîsak-î Millî ye. Derên ku ketîye nava Surîyê, di nava sînorê Mîsak-î Millî da ye.
Necip Bey (Mardin)- Me neterikandîye.
Yusuf Ziya Bey (Berdewamî)- Her weha eger Mîsak-i Millî qeneeteka ku li ser hatîye fikirandin be, ez rica dikim ku hûn wê îhmal (piştguh) nekin. Dîsa di nava sînorên Mîsak-i Millî da Kerkûk, Musul, Suleymanîye û heta Xaneqîn (Hanekin), van herêman beşeka Wîlayetên Şerqê ne. Veqetandina (an cîyêkirina) wan, di wîlayetên Şerqê da dê bibe sedemê şîyarkirina nîfaqê. Veqetandina wîlayetên me yên Şerqê ji Musulê, ji Kerkûkê û ji Suleymanîye, felçkirina (pelişandina) wan e. Hem felçkirine û hem jî belavkirina huzur (aram) û sukûneta wîlayetên me yên Şerqê ye…
Ewrupî dibêjin ku: ”Hindikneteweyê herî mezin ku li Tirkiyê dijîn û dixisirin, kurd in. Ezbenî, ez kurd kurê (an ewladê) kurd im. Her weha ez bi sîfeta gelwekîlê (mebûsê) kurd we temîn dikim ku kurd çu tiştek naxwazin. Tenê selametî û bextîyarîya birayên xwe yên mezin tirkan dixwazin. (Çepik)
Em kurd di dema çûyî da (yanî sê sal berê), hemî mafên heq û huquqên ku Ewrupîyan bi rîya Paçikê Sevrê dabûn kurdan, me wan di bin pîyên xwe da eciland û me wan, îadeyê wan kir ku xwestibûn bidin me. Me çawa ku li Enîya Elcezîreyê şer kir. (Çepik) Çawa ku me digel tirkan xwîna xwe rijand, em ji wan neqetîyan û nexwest ku biqetin û naxwazin. (Çepik)…
Dema ez dawî li axiftina xwe bînim, ez ji heyeta me tika (rica) dikim ku, dema behsa hindikneteweyan were kirin, bila were gotin ku çu talebeka (daxwaz) kurdan nîne û wek tercumanê (wergêrê) qeneeta kurdan, tiştên min li vir gotî, ji wan ra bêjin û îddîa bikin. Her weha dîsa tika dikim ku li Suriyê, sînorên ku me wenda kirîye, rizgar bikin. Her weha Kerkûk û Suleymanîye û Musulê ji bîr nekin ku ew perçeyeka herî giring a vî wetanî ye, vî welatî ye. (Dengên, ji xwe ew der yê me ye) Her weha bi rêzdarî (hurmet-istirham) dawî li gotinên xwe tînim. (Dengên Bravo, çepik)” (Türk Parlamento Tarihi, 1919-1923, TBMM I. Dönem, II. Cilt, s. 341-343, (3 Kasım 1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse))
Hin gelwekîlên kurd, piştî van axiftinên jorîn kelecanî dibin û pêşnîyaran didin Serokatîya Meclisê. Pêşnîyarek ku pêşkêşî TBMM bûye, li jêr, weha ye:
”Rîyasetî Celîleye (Jibo Serokatîya Gewre/mezin/bilind)
Tirk, kurd tevayîyeka (kutle) yekbûyî ye. Kurd, çu wextek ji civata tirk venaqete, hêza tu qewetek têr nake jibo veqetandinê. Selahîyeta hukumetên Ewrupayê tune ku kurdan biparêzin, welew ku ji alîyê gelê me ve bi caran protesto çêbûne, dîsa dema babetê hindikneteweyî tê behskirin, em xemgîn dibin. Malûmê herkesî ye ku her tim di rîya weten da kurdan digel tirkan amadeyê mirinê bûne. Em pêşnîyar dikin ku nutqên Gelwekîlê Erziromê Necatî Beg û Gelwekîlê Bidlîsê Yusuf Zîya Beg, di derbarê babetê hindikneteweyî da bi lezgînî (acîlen) werin neşirkirin û ji cîhanê ra werin îlankirin.
3 Teşrinisanî 1338 (3 çirîya paşîn 1922)
Gelwekîlê Bidlîsê Arif, Gelwekîlê Mêrdînê Necîp, Gelwekîlê Gençê Alî Vasif, Gelwekîlê Kastamonuyê Abdulkadir Kemalî, Gelwekîlê Muşê Abdulganî, Gelwekîlê Mêrdînê Esad, Gelwekîlê Bidlîsê Derviş, Gelwekîlê Sêrtê Necmeddîn, Gelwekîlê Dîyarbekrê Hamdî, Gelwekîlê Muşê Ahmed Hamdî, Gelwekîlê Urfayê Pozan, Gelwekîlê Wanê Hakkı” (Türk Parlamento Tarihi, 1919-1923, TBMM I. Dönem, II. Cilt, s. 363. (3 Kasım 1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse))
Gelwekîlê Mêrdînê Necib Bey (Beg) ku di pêşnîyara jorîn da navê wî hebû, li ser navê gelwekîlên Mêrdînê vê pêşnîyara jêrîn daye meclisê. Pêşnîyar weha ye:
” Jibo Serokatîya Bilind
Di dawetnameya Konferansa Sulhê da gotina ´gayritirk´ heye ku ez wê bi nefret bi bîr tînim. Ez kurd im û bi vê munasebetê careka dî ji cîhanê ra îlan dikim ku di nava Mîsak-i Millî da çu ferdek tune ku wê tabîrê bixebitîne. Ji ber ku di vê civatê da tirk û kurd vucudek in. Ez ji heyeta we rica dikim ku dema we wê gotinê bihîst, divê bi nefret hûn wê red bikin.
3 Teşrinisani 1338 (3 Kasim 1922)
Li ser navê Gelwekîlên Mêrdînê (Mardin) Necib”
(Türk Parlamento Tarihi, 1919-1923, TBMM I. Dönem, II. Cilt, s. 364. (3 Kasım 1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse))
Gelwekîlê Wanê Hakkı Bey jî ku navê wî li jor hebû, wî jî wek şexsekî vê pêşnîyarê daye meclisê:
” Jibo Serokatîya Bilind
Ez ji Heyeta Konferansê rica dikim ku jibo balkişandinê van maddeyên jêrîn bigirin dest:
1.Kurdan bi tu awayî xwe ji tirkan cuda nedîtine û digel tirkan xwe heta hetayê jibo parastina wetenê mubarek xwîna xwe rijandine û dirjînin û jibo wan şola hindikneteweyî tune ye. Eger Ewrupî dixwazin di nava me da ji bil tirk û kurdan nejadeka dî biafirînin, ev tişteke vala ye.
Ewrupî dixwazin ji ermenan ra welatek biafirînin. Li welatê me cîyê kulubeyek jî tune ku jibo kesekî dî bibe welat. JI ber ku li herêmên cîranê Êrîvanê tu ermenîyek tune ye û jibo ermenîyeke bîyanî ku ji derve were jî nayê fikirîn ku tirkkek û kurdek cî bidin ermenîyek. Eger ew dixwazin li Wanê, li Bazîdê (Bayezid) jibo ermenîyan hîsse veqetînin, divê ew bizanibin ku tirkên wê derê, kurdên wê derê, ne li welatê xwe, li Erîvanê jî dê hew qas xwîn birijînin ku cî nedin ermenan û razî nebin ku bihustek erd bidin ermenan. Jixwe Meclisa Neteweyî ya Mezin û hukumeta wê tişteke weha naynin bîra xwe û di wê çarçoveyê da Mîsak-i Millîyê tespît kirine. 3 Teşrinisani 1338
Gelwekîlê Wanê Hakkı”
(Türk Parlamento Tarihi, 1919-1923, TBMM I. Dönem, II. Cilt, s. 366. (3 Kasım 1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse)), Celal Temel, age, s. 244-250, İstanbul 2017 [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,600 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://portal.netewe.com/- 19-04-2023
Gotarên Girêdayî: 87
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 24-09-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Peymana Sêvrê
Dosya (Peldankên (Faylan): Peymana Lozanê
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-04-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-04-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-04-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,600 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.313 çirke!