Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,852
Wêne
  123,948
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,739
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Derengketina Fikrên Ehmedê Xanî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî
=KTML_Bold=Derengketina Fikrên #Ehmedê Xanî# =KTML_End=
=KTML_Underline=Siddik BOZARSLAN=KTML_End=

”… Hemzeyê Muksî ji çapa ”Mem û Zîn”ê ya pêşîn a Stanbolê ra pêşepeyvek bi sernivîsara ”Dîbace” nivîsîye. Hemze di wê pêşepeyva xwe da Xanî şibandîye Fîrdewsîyê Îranî û daye zanîn ku Xanî jî wek Fîrdewsî jibo netewetîya xwe xebitîye û temamê hebûna xwe di wê rê da serf kirîye. Hemze, li ser wî babetî weha nivîsîye:
”Lê belê di dereca te´sîrê da negîhaye Fîrdewsî. Lewra Fîrdewsî bi qelema xwe Îran vejand. Ehmedê Xanî nehîşt ku Kurdistan bi temamî bimire; ew ji mirina ebedî rizgar kir, lê belê temamî venejand. Lewra dema Fîrdewsî jibo fikra wî bikeys bû û dest dida; dema Ehmedê Xanî pirr û pirr berbat bû û dijwar bû. Dewleta Osmanî digel hukumeta Îranê bi peyman û hevalbendî, Kurdistan di navbera xwe da parve kiribûn; dest û pîyên Kurdan wisa girêdabûn ku, nedikarîn xwe bihejînin! Lewra maddeten çawa esker dişandin ser wan, bi hemî tewirên dek û dolaban jî dubendî û parçebûn xistibûn nava wan.”
Celadet Alî Bedirxan jî di kovara ”Hawar” da tilîya xwe danîye ser vê nuqteyê û daye zanîn ku Xanî xebitîye ku miletê xwe hişyar bike û bigîhîne azadî û serxwebûnê, lê miletê wî bîr bi peyvên wî nebirîye û digel wî neçûye. Celadet Alî =KTML_Bold=Bedirxan weha nivîsîye:=KTML_End=
”Xanî jî berîya wextê xwe hatibû; wextê wî ew seh nekiribû. Gava Xanî berevanîya milet, nijad û welatê xwe dikir; welatîyên wî li ber tiştne din sekinîbûn.”
A. Bedirxan, paşê salix daye ku mirovên gewre di demên xwe da tovên xwe li erdê wer dikin, ew tov heta ku şîn bibe demeka dirêj di binê erdê da dimîne. Bedirxan, paşê weha gotîye:
”Tovê Xanî, ev sêsed sal in li bin erdê ye. Ma hêj dema şînbûna wî nehatîye? Ev çend sal in zevîya Xanî di hin cîyan de dest bi şînbûnê kirîye.” (Hawar, hejmar 45, r.7, 20 hezîran 1942)
”Yek ji semedên ku fikrên Xanî di sedsalên berîn da di nava kîtleyên gelê Kurd da belav nebûn jî, bê guman rewşa Kurdistanê ya paşvemayî bû. Divê mirov bîne bîra xwe ku li Kurdistanê heta sedsala XX. çapxaneyek jî tunebû; ji ber vî semedî ”Mem û Zîn” nehatibû çapkirin; tenê hin nusxeyên wê yên desnivîsar li vî alî û wî alî di destên hin mela û hin rewşenbîrên Kurdan da hebûn. Pirtûkeka weha giring, ku neyê çapkirin û bi hezaran di nava kîtleyên gel da neyê belavkirin, çawa dê te´sîr li wan kîtleyan bike û ew kîtle çawa dê ji naveroka wê, ji fikrên têda haydar bibin.” (M. Emîn Bozarslan, Mem û Zîn, r. 45- 46, 1995)
=KTML_Bold=Mîrasa Xanî=KTML_End=
”… Ji ber vê mîrasa ku rûmet û qedrê wê nayê pîvan û nayê wezinandin, hêja ye ku Kurd tim û tim bi Xanî bipesinin û îftîxar bikin; ne tenê ji ber ku Xanî esereka wek ”Mem û Zîn” afirandîye û ji neteweyê Kurd ra dîyarî kirîye, lê her weha jî ji ber ku wî di sedsala XVII. da fikra neteweevînî û welatevînîya Kurd avêtîye meydanê û bîr-bawerîya Kurdîtîyê belav kirîye. Xanî, neteweyê Kurd layîqê bindestîyê nedîtîye û weha gotîye:
”Ez mame di hîkmeta Xwedê da
Kurmanc-i di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bîlcumle jibo çi bûne mehkûm!”
(Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 56, wergêr ji tîpên erebî bo tîpên latinî M. Emîn Bozarslan, Stanbol 1968, çapa duduyan Stanbol 1975, çapa sisîyan û kurdîya xwerû, Swed 1995)
Kurdîya xwerû ya malikên jorîn di ”Mem û Zîn”ê çapa sisîyan da weha ye:
”Ez şaş mame di hîkmeta Xwedê da
Kurd di hebûn û dewleta dinê da
gelo çima û ji ber çi mane bêpar
hemî ji ber çi bûne bindest û stûxwar!”
Xanî, kan û serçavîya derd û kulên Kurdan di bindestîyê da, çare û havila xilasîya wan ji wan derd û kulan jî di rizgarîyê da dîtîye:
”Ger dê hebûya me padîşahek
layîq bidîya Xwedê kulahek
Tayîn bibûya jibo wî textek
zahir vedibû jibo me bextek
Hasil bibûya jibo wî tacek
elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
tînane derê ji dest leîman
Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm.” (Eynê eser, r. 54)
Kurdîya xwerû ya malikên jorîn jî weha ye:
”Eger hebûya jibo me padîşahek
Xwedê lîyaq (layiq) bidîya jibo wî kulahek (tacek)
Û bihata dîyarkirin jibo wî textek
eşkera dê vebibûya jibo me jî bextek
Bi dest biketa jibo wî tacek
bê guman ji me ra jî dê çêbibûya rewacek
Wî dê xemxwarî bikira li me bêkes û sêwîyan
dê em derxistina ji destê bêesl û liştok (menfeet) û çavbirçîyan
Dê xalib nebûya li ser me ev Rom (dewleta Osmanî)
em´ê nebûna kavil û wêran, kund dê li me nebûna kom”
”Ji ber wê demê li her derê cîhanê kargêrîya welatan û gelan di destê şah û padîşah û mîran da bûye û rejimên komarî û demokratik hêj nehatibûne sazkirin, Xanî jî li gora rewşa wê demê ji Kurdan ra padîşahek daxwaz kirîye û xweserîya gelê Kurd di binê kargêrîya padîşahek da fikirîye. Ew fikir li gora rewşa wê demê normal û adetî bûye. Mirov nikare wê fikrê ji wî zana û bîrbirê nemir ra bike kêmayî.
”Xanî, bi nivîsîn û belavkirina fikra Kurdîtîyê û serxwebûnê jî qîma xwe nanîye; her weha rîya rizgarîya Kurdistanê jî numandîye, bi peyveka dî awa û şîweyê rizgarîyê jî dîtîye û nîşan daye:
”Herçî bire şûrî destê himmet
zebt kir ji xwe ra bi mêrî dewlet.” (Eynê eser, r. 54)
Kurdîya xwerû ya van malikan jî weha ye:
”Herçî kesê ku dest avêt şûr bi têkoşîn û xîret
wî xist destê xwe bi mêranî, dewlet”
”Lê belê, jibo destbirina şûr, yekîtî divê. Divê ku gelê Kurd bi tevayî û yekîtî dest bibe şûr. Xanî li ser vê şolê jî sekinîye û weha gotîye:
”Ger dê hebûya me îttîfaqek
vêkra bikira me înqîyadek
Rom û Ereb û Ecem temamî
hemîyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
tehsîl-i dikir me îlm û hîkmet”. (Eynê eser, r. 58)
Kurdîya xwerû ya van malikên jorîn weha ye:
”Hevgirtin û yekîtîya me hebûna eger
û em hemî li pey hev biçûna eger
Rom û Ereb û Ecem bi temamî
hemîyan dê ji me ra bikira xulamî
Me dê bi tevayî pêkbanîna dîn û dewleta xwe
me dê bi dest bixistina zanîn û hîkmeta xwe”
”Ger mirov bîne bîra xwe ku fikra welatevînî û neteweevînîyê bi Şorişa Fransiz ra hatîye cîhanê û Şorişa Fransiz jî sala 1789´an, yanî nêzîkê sed salî piştê nivîsîna ”Mem û Zîn”ê teqîyaye, hingê mezinayîya Xanî bi awayekî zelaltir derdikeve meydanê û tê ber çavan.
Em bi hêsanî dikarin bêjin ku, bavê fikra Kurdîtîyê û neteweevînîya Kurd Xanî ye. Li pêşberê xatira wî ya bilind û li pêşberê navê wî yê gewre, em serê xwe bi rêzdarîyeka bêsînor ditewînin.” (Jîn, Cild I, r. 16-17, wergêr M. Emîn Bozarslan)
”Li vir, divê em li ser nuqteyek çend rêz binivîsin û wê nuqteyê zelal bikin. Ew jî, ew her du malik in ku Xanî di wan da gotîye ”Rom û Ereb û Ecem bi temamî/ hemîyan dê ji me ra bikira xulamî”. Dibe ku ev peyv ji alîyê hin kesan ve şaş bê famkirin û bi wê şaşfamîyê bê gotin qey Xanî bi wê peyva xwe nejadperestî û rehkarî kirîye yan jî xwestîye ku Rom û Ereb û Ecem ji Kurdan ra xulamî bikin.
Lê belê daxwaz û xwezîya Xanî ne ew bûye ku Rom û Ereb û Ecem ji Kurdan ra xulamî bikin. Wî li vir awayê mubalaxayê bi kar anîye û bi wî awayî xwestîye ku giringîya yekîtîyê bide zanîn; xwestîye bide famkirin ku mirov dişê bi yekîtîyê bigîje amanca xwe, tewr tiştên bêmikun jî bi destê xwe bixe. Wek ku kesek bêje ´eger ev qas diravên min hebin, ez´ê bikarim welatek bikirim´, mana wê peyvê ne ew e ku bi rastî welat bi diravan tên kirîn û firotin; her kes dizane ku çu welatek bi diravan nayê kirîn û firotin. Lê belê mana wê peyvê ew e ku ´mirov bi diravan dikare gelek tişt bike û gelek tişt bi destê xwe bixe´.
Ev awa, awayê mubalexeyê ye û ji alîyê gelek hozanan ve hatîye karanîn. Mesela, hozanê Kurd ê nemir Melayê Cizîrî di helbesteka xwe da di heqê bêînsafîya yara xwe da weha gotîye:
”Bêmirwetê dil herişand
şîşên di sor tê da kişand
kêr kir ceger, xwey lê reşand
ateş (agir) li ser danî, Mela” (Melayê Cizîrî, Dîwan, r. 67)
Wek ku dixuye, Melayê Cizîrî bi van malikan xwestîye zulm û bêînsafîya yara xwe bîne ber çavan û salixê dijwarîya wê bide; ne ku yara wî bi rastî wisa anîye serê wî.
Xanî jî bi wan malikên jorîn xwestîye bêje ku ´eger yekîtîya me Kurdan hebûya, em´ê di hemî daxwazên xwe da serketî bûna´.
Xanî di hin beşên dî da jî ev awayê mubalexeyê bi kar anîye. Mesela, di beşê 8´an da dema qala Mîrê Botan kirîye û pesnê wî daye û gewretîya wî nîşan daye, weha gotîye:
”Rom û Ereb û Ecem jê ra bûbûn binferman
Meşhûr û navdar bû, bi navê Mîrê Botan”.
Her kes dizane ku Rom û Ereb û Ecem ne di binê fermana Mîrê Botan da bûne. Lê belê Xanî bi wê peyvê xwestîye hêz û gewretî û xurtîya wî bîne ber çavan…) (Mem û Zîn, r. 23-26)
=KTML_Bold=Pêwistîya jêrenotek:=KTML_End=
Wek min di nivîsara ”Danasîna Mem û Zîn”ê da dabû zanîn; ”Seydayê hêja Mehmed Emîn Bozarslan sê sal li ser ”Mem û Zîn”ê xebitî û ew hem ji tîpên erebî wergerand tîpên latinî, hem jî wergerand kurdîya xwerû (sade) û kurdîya wê ya orîjînal digel kurdîya wê ya xwerû li Swêdê di adara 1995an da çap kir û gîhand destê xwendevanê kurd. Bi vî awayî, cara pêşîn ji xwendevanê kurd ra îmkan çêbû ku dastana xwe ya neteweyî bi kurdîya xwerû bixwîne û fam bike.
Mamoste Bozarslan li ser ”Mem û Zîn”ê ji 1000î zêde jêrenot jî nivîsîn û hin bûyer, hin tarîx, hin nav, hin babet û wd. yên ku di pirtûkê da cî girtine, bi wan jêrenotan zelal kirin û gîhandin ronayîyê. Bi tabîreka dî Bozarslan, adeta ”Mem û Zîn”ê ji nûve afirand. Loma divê em bi wêrekî bikaribin bêjin ku M. Emîn Bozarslan, Ehmedê Xanî yê sedsala me ye, yanî Ehmedê Xanî yê nû ye.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,025 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://portal.netewe.com/ 22-04-2023
Gotarên Girêdayî: 28
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 28-08-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Helbest
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 22-04-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 26-04-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 22-04-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,025 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.422 çirke!