WERGER HINEREK E
MUSTAFA AYDOGAN
DOZ, ÇAPA YEKÊ 2001
Pireya danûstendina kulturan
Werger yek ji wan pirsan e ko di civaka me de, bi qasî ko tê xwastin ne hatiye minaqeþekirin. Di vî warî de, minaqeþeyeke pirhêl û bisewîye pêwîst e. Ji bo vê yekê, divê mirovên di vê qadê de dixebitin bi awayekî aktîftir beþdarî vê minaqeþeyê bibin. Hêvîya min ew e ko feydeyeke fikirên di vê nivîsê de tên pêþkêþkirin jî bigihêje vê minaqeþeyê (qesda min minaqeþeya wergera kurmancî ye). Ez ji zû de difikirîm ko li ser wergerê û rola wê xebateke berfirehtir bikim. Min di destpêkê de nedixwast, ez qîma xwe bi nivîsekê bi tenê bînim. Ji ber ko li gora min, hinerê wergerê divê bi her awayê xwe ve û bi detay bê nivîsandin. Lê berfirehîyeke weha di çarçoveya vê nivîsê de hilnayê ko ji bo kovarekê hatiye nivîsîn. Loma jî divê mirov di destpêkê de bizanibe ko nivîseke weha dê nebe bersiva gelek tiþtan. Lê tevî vê jî ez ê hewil bidim, da di vî warî de ji nav tiþtên giring, ên herî giring hilbijêrim û bi awayekî weha liser wan rawestim ko di çarçoveya vê nivîsê de hilên.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=484442&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=https://www.kurdipedia.org/admin_editor.aspx?expand=0&lng=4&id=20230423080405484442=KTML_Link_External_End=
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,466 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!