Cenazeyê şehîd Îsmaîl Axa Şekakî (Simko) di sala 1930’an de di destê desthilatdarên rejîma Faris de ye.
Bêguman serhildan û şoreşa Simko ne tenê berhema Simko bi xwe ye. Ew bûyer û serpêhatî ji ber xwe ve nekelîne. Hemûyan bi Simko û di wextê Simko de dest pê nekirine û beriya Simko jî zincîrek serpêhatî, bûyer, serhildan û şoreşan rû dane. Dema ku Simko bûye desthilatdar û di herêma xwe de hevsarê şoreş û serhildanê girtiye destê xwe; wî pişta xwe daye gelek serpêhatiyên dîrokî yên beriya xwe ku xelekên zincîra wan serpêhatî, serîhildan û şoreşên beriya wî yên nîvco mane.
Edhem Şêxo
Çavkanî: Kurdîpêdiya - Wergera ji Erebî
[1]