$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Gulistan Orçûn
Nasnav: Pelşîn Newroz
Nav paşnav: Gulistan Orçûn
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Selîme-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 29-04-2019 / Garê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevala me Pelşîn Newroz ku tevî hevrê Gulçiya şehîd bû, bi çanda welatparêziyê ya Mêrdînê mezin bû, piştî ku felsefeya Rêbertî û têkoşîna azadiyê nas kir, ev çand bi hestên şoreşgerî re kir yek. Bi bandora berxwedana li Kobanê û Rojava, wê demê mîna gelek ciwanên Kurd hevrêya me Pelşîn jî berê xwe da têkoşînê û di sala 2015'an de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû.
Ciwanên kurd, jinên Kurd û enternasyonalên ji gelek gelan bi piştevanî û têkoşînê DAÎŞ têk birin. Hevrêya me Pelşîn jî bi rengekî çalak tevlî gelek pêngavên li dijî DAÎŞ'ê bû. Li vê derê wezîfeya xwe ya dîrokî ıya ji bo mirovahiyê û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî hêja bi cih anî û piştre berê xwe da çiyê. Ji bo cihê xwe li nava gerîla bigire ku bi hesreteke mezin armanca wê bû, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Artêşbûna jinê, şerê jinê û hêza îradeyê ya jinê gelekî bandor li hevrê Pelşîn kir. Li ser bingeha pejirandina milîtaniya PKK û PAJK'ê, xwe zane kir, perwerde kir, jinûve afirand û ji xwe re kir esas ku bibe jineke azad. Bi eşq tevlî gerîlatiya jinê bû, bi sade û cewherîbûna xwe, bi sekna xwe ya ji dil û rû li ken, rengê xwe da jiyanê. Hevrê Pelşîn bi rengekî bêteredût, bi daxwaz û eşqeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû, li nava hevrêyên xwe hemûyan bi cihê hezkirinê. Bi sekna xwe ya ku berê xwe li fermandarîbûneke mezin bû, bi tevlîbûna xwe ya cihê baweriyê, bi kesayetiya xwe ya kelecanî beşdarî nava karên me yên li Biryargeha Navendî ya YJA Starê bû. Ji bo vî karî bi serketî bi encam bike kedeke mezin da. Hevrêya me Pelşîn di nava têkoşînê de bi Rêbertî, hevrêtî û pîvanên jiyana azad re dilsoz ma û bi rengekî sade, kedkar û dilnizm tevlî bû.
Rêya hêjabûyîna li Rêbertî, şehîdan û gelê me yê bi rûmet bi serxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî dibe. Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em destnîşan dikin ku bi fermandariya mînaka fermandariya jin a azad û leheng Gulçiya Gabar û li se xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê ber bi serketinê ve bimeşin.[1]