Ji Hunergeha Welat straneke nû: Li herî jorê.
Strana ‘Li herî jorê’ ya Hunergeha Welat bi klîbekê hate weşandin.
Strana nû diyarî şehîdên li Başûrê Kurdistanê hate kirin.
Strana ku muzîka wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hate amadekirin, gotinên wê jî ji aliyê Îbrahîm Feqê û Şêro Hindê ve hatin nivîsandin û ji aliyê Şervan Badinî ve hate gotin.
Kareografiya dansê ya li klîbê jî ji aliyê Rojda Dendera ve hate amadekirin.
$Gotinên LI HERÎ JORÊ$
li jorê li herî jorê botano
Esmerê xizêm şorê wa Esmerê
li garê li hawirdorê Botano
çavbazê kezîmorê hê Esmerê
çeqelê van romiyan Botano
bê terqîn şandin gorê wa Esmerê
–
ava zê pir bi nav e Botano
ji bo neyar çirav e wa Esmerê
têk çû romya bêbav e Botano
paşpaşkî gavegav e hê Esmerê
kelaxên wan li ber tav e Botano
para wan mirina xav e hê Esmerê
Koro
ava zê gujeguj e
guliya metîna ya kej e
Esmer berûya bej e Botano
çiya ji awiran diheje Esmerê
gurboz yek car dikuje Botano
rêya wan vajevaj e Esmerê
–
enya gever bilind e Botano
da ber xwe ser û bin e hê Esmerê
şeşxanan qîj e û him e Botano
me û tirkan hirm e û gurm e hê Esmerê
şerê sîng û dewran e Botano
sîreg li hinav û sîngan e hê Esmerê
memyanê min xweş siwar e Botano
lûla wî jê re yar e hê Esmerê
gurza mem kurêjar e Botano
çoga wan anî xwarê hê Esmerê
cewrên tirko bi hewar e Botano
li qesrê qareqar e hê Esmerê
Koro
segvanên nîşançî ne
serfir e mefer nîn e
werxelê çi xweş war e Botano
çeper ê xwarz û xal e Esmerê
çar tilî qûçê wan e Botano
tirs mergê roviyan e Esmerê.
[1]