Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,543
Wêne
  123,860
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,499
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Kargêrîya Tevgera Rizgarîyê Ji Derê Kurdistanê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Siddik BOZARSLAN
Siddik BOZARSLAN
=KTML_Bold=Kargêrîya Tevgera Rizgarîyê Ji Derê Kurdistanê=KTML_End=
=KTML_Underline=Siddik BOZARSLAN=KTML_End=

Zana û bîrbir û hozanê Kurd ê gewre Melayê Cizîrî, di helbesteka xwe da weha gotîye:
”´Tali´ ku bêt û furset, muhlet li nik heram e
Min umrê Nûh-i nîne, saqî were, bilez xweş.” (Melayê Cizîrî, Dîwan, r.32)
”Belê, tali´ û fersend kêm caran bi destê mirov ra tê. Dema ku bi destê mirov ra bê jî, divê ku mirov çavvekirî be û jê îstîfade bike. Yan na, ew fersend wek teyrek ji destê mirov difire û diçe hey diçe. Xasma di şolên neteweyî da, di tevgerên rizgarîxwazîya neteweyan da ew fersend wek şûr e; dema ku ew şûr dikeve destê mirov, ger mirov ji heqê wî dernekeve, nikaribe û nizanibe wî bişixulîne, hingê ew şûr ji destê mirov dişemite û diçe dikeve destê dijmin, îcar dijmin wî li dijê mirov dişixulîne. Lê belê jibo ku ji wê fersendê îstîfade bê kirin, bi peyveka dî jibo ku ew şûr bê şixulandin, ew qadroya ku li serê tevgera rizgarîxwazîyê ye divê ku bikare rûmeta wê fersendê bipîve û biwezinîne, divê ku bikare pêşîya xwe bibîne, divê ku bikare li gora daxwazên wê fersendê tevgere, tedbîr bistîne. Yan na, ew fersend winda dibe, windabûna wê jî dibe semedê têkçûna tevgera neteweyî.
Di tevgera Komela Pêşketina Kurdistanê da em dibînin ku ji wê fersenda lêhatî û ji wê keysa zêrîn a ku bi şikestina dewleta Osmanî di şer da derketibû, îstîfade nehatiye kirin; ew keys û fersenda zêrîn ji destê gelê Kurd firîyaye û çûye ketîye destê dijminê gelê Kurd. Dijmin jî jîr û zana bûye, xweş ji wê fersendê mefadar bûye û ew li dijê gelê Kurd heta paşîyê bi kar anîye.
Çawa ku li jor jî me got, bi giştî neteweevîn û welatevînên Kurd, bi taybetî jî kargêr û endamên Komela Pêşketina Kurdistanê, xwedîyê mîrasa Xanîyê gewre bûn; ew mîras jî fikra welatevînî û neteweevînîyê, bîr-bawerîya Kurdîtîyê bû. Belam Xanî, ne ku tenê fikra Kurdîtîyê û bîr-bawerîya welatevînîyê anîye meydanê, lê her weha awa û şîweyê rizgarîyê jî numandîye û weha gotîye:
”Bê ceng û cîdal û bê tehewwur
qet vê şixulê mekin tesewwur
Ew ma´reke nabitin bi dîwan
Em mane û subhê sehnê meydan” (E. Xanî, Mem û Zîn, r. 354)
”Lê belê neteweevîn û welatevînên Kurd, ji mîrasa Xanî tenê beşê welatevînî û neteweevînîyê wergirtine, belam beşê awa û şîwe, yanî beşê ceng û cîdalê wernegirtine, yan jî ew beş îhmal kirine û li ser guhê xwe ra avêtine; giringîya xebat û têkoşîna xwe tenê dane dîwanan, bala xwe nedane giringîya xebata meydanan; di şola sîyasî û diplomasî da xebateka gurr û çê kirine, belam li ser axa Kurdistanê û di nava kîtleyên gelê Kurd da hêzeka eskerî, hêzeka çekdar pêknanîne ku wê hêzê bikarîya xebata sîyasî û dîplomasî û berên wê xebatê bi çekên xwe, bi çekên gelê Kurd biparasta.
Ji ber vê yekê ye ku em dibêjin ku wan mîrasa Xanîyê nemir kêm wergirtîye.
”Divê ku em xebata wan jibo doza Kurd û Kurdistanê bi rêzdarî teqdîr bikin; her weha,divê ku em bi însaf qebûl bikin ku wan di rîya xebata sîyasî û ddîplomasî da gavnê xurt, hêja û berdar avêtine, berê wê xebata xwe jî bi Peymana Sevrê çinîne. Lê belê, divê ku em vê rastîyê jî qebûl bikin ku ew saf bûne, dilpak bûne, kurtbîn bûne, ne dûrbîn bûne. Nedîtine ku li cîhanê, li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê çi bûyer dikin biqewimin, çi dek û dolab li meydanan tên amadekirin, li ser rîya gelê Kurd çi faq û davik tên vegirtin. Ku em vê rastîyê qebûl bikin, binivîsin û li gora vê rastîyê rexne li wan bidin, bi peyveka dî ku em xebata wan ji hemî alîyan ve bihêjînin, ev nabe neheqî li wan û li wê têkoşîna wan a qedirbilind. Na, ev ne neheqî ye li wan; ev, jibo xebat û têkoşîna gelê me yê beşxwarî pêwist e. Eger em vê rastîyê nebêjin û nehêjînin, li ser´ê nenivîsin û nepeyîvin, dibe ku welatevîn û neteweevînên Kurd vê rastîyê nebînin û ji wê ders û tecrubên pêwist dernexin.
Wan wisa bawer kirîye ku bi xilasîya Şerê Cîhanî yê Pêşîn û bi qebûlkirina heqê Kurd di Konferansa Parisê da, bi rastî jî heq û edalet dê li cîhanê bibe hakim û gelê Kurd, wek mûya ku mirov ji nava mast dikişîne, dê heqê xwe ji lepê dijminê xwe derxe. Em dikarin di vî babetî da du numûne ji kovara ”Jîn” binumînin. Yek ji wan numûneyan nivîsareka Evdirehîm Rehmî ye ku bi sernivîsara ”Şerê Topan Xilas bû, Îro Şerê Qeleman e” derketîye. Wî, di wê nivîsara xwe da weha gotîye:
”Her kes mecbûr e muhafeza heqê xwe biket. Eger neket heqê jînê çunîne, bêheq e. Hifza heqî bi du usûlan dibit. Yan dê bi qeweta destan, yanî bi wasîta tifing, top, bomba, tebancan bit; yan jî bi wasîta ilmê huqûqê, bi tarîxê dibit.”
Nivîskar paşê gotîye ku her kes têgîhîşt ku bi şerê top û tifingan heq nayê standin, her kesî zanî ku heq bi wasîta qelemê tê sitandin, û weha domandîye:
”Da´wa top, tifing, şeşderban, bombayan xilas. Da´wa qelemê ye. Qeweta îlm û zanînê hakim e li ser hemî tiştan.” (Jîn, jimare 7, r. 13-14)
Nivîskar weha gotîye. Lê gelo Xanî çi gotîye? Em binêrin:
”Herçî bire şûrî destê hîmmet
zebt kir ji xwe ra bi mêrî dewlet.” (E. Xanî, Mem û Zîn, r. 54)
Bûyerên ku paşê qewimîne heq dane dîtina Xanî û îspat kirine ku qelem û zanîn hêj li cîhanê nebûne fermanrewa, nebûne hakim, fermanrewayîya şûr berdewam e. Lê belê, welatevînên Kurd ev rastî nedîtine. Ev yek, ji belavoka Komela ”Hêvî” jî kifş dibe:
”Em dixwazin ku her şehr û qesebê da şu´be vekin. Gişk zanin ku sebeba halê me yê hazir, nezanîna me ye. Weqta şûr derbaz bû, nuka çaxa qelem û zanîn e.” (Jîn, jimare 21, r. 14)
”Belê, qelem û zanîn elbet giring û pêwist bûn, îro jî giring û pêwist in. Lê ku ew qelem û zanîn bi hêza şûr, yanî bi hêza çek neyên parastin, dê çawa bigîjin amanca xwe! ”Hêvî”yê gotîye ku ”dema şûr derbas bû”. Belam Kemal Paşa qet jî wisa nefikirîye û wisa negotîye. Dema ku ev belavoka ”Hêvî”yê derketibû, Kemal Paşa şûrê xwe diseqand û tûj dikir. Wî, şûrê xwe ne ku tenê li dijê leşkerê Yunan ê ku hêla rojavayê Tirkîyê dagir kiribû diseqand; lê her weha li dijê gelê Kurd û li dijê azadîxwazîya Kurdistanê jî diseqand û tûj dikir. Çawa ku paşê bi wî şûrî hem bi deh hezaran Kurd kuştin, hem jî tevgera rizgarîxwazîya Kurdistanê qetil kir.
”Wan dixwest ku Kurdistanê ”bi qelemê û îlmê huqûqê” rizgar bikin. Di Kurdî da ji tiştê weha ra tê gotin ”karê kesnekirî”. Ji vîya jî xerîbtir, wan dixwest ku tevgera rizgarîxwazîya Kurdistanê ji derê Kurdistanê, yanî ji Stanbolê îdare bikin. Hal ew bû ku merkez û meydana xebatê û têkoşînê axa Kurdistanê bi xwe bû. Divîya ku wan ew rastî bidîta û xebata xwe bibira Kurdistanê, merkeza Komela Pêşketina Kurdistanê ji Stanbolê rakira û biguhasta bajarekî Kurdistanê, yan jî biguhasta serê çîyayekî Kurdistanê. Belam wisa nekirine. Tewr pêşnîyazên ku di wî babetî da hatine kirin jî red kirine. Zinnar Silopî di vî babetî da weha dibêje:
”Hin endamên komelê pêşnîyaz kirin ku Seyîd Evdilqadir û endamên Komîta kargêr biçin Kurdistanê û li wir bixebitin. Lê belê Qomîta Merkezî ew pêşnîyaz qebûl nekir.” (Z. Silopî, eynê eser, r. 59)
Em li ser vê yekê guhdarîya Dr. Nûrî Dêrsimî jî bikin:
”Di civîneka giştî da ciwanan xwest ku xweserîya Kurdistanê bê îlankirin û ji nuha pê ve yek hêzeka bîyanî jî li Kurdistanê nemîne. Belam Serekê Meclisê Seyîd Evdilqadir li dijê wê daxwazê derdiket û ev fikir dida pêş ku, ji şanê Kurdîtîyê ra dest nade ku em di vê tengayîya Tirkan da derbe li wan xin. Wî israr dikir ku divê em nuha alîkarîya Tirkan bikin.” (Dr. N. Dêrsimî, eynê eser, r. 120)[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,873 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://portal.netewe.com/- 06-05-2023
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-08-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Peymana Sêvrê
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,873 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.359 çirke!