=KTML_Bold=Komela Pêşketina Kurdistanê- Kurdistan Tealî Cemîyetî=KTML_End=
=KTML_Underline=Siddik BOZARSLAN=KTML_End=
Mixabin tarîxa avakirina (damezrandin-sazkirin-çêkirin) Komela Pêşketina Kurdistanê, ne kifş e. Prof. Tarık Zafer Tunaya, di vî derbarî da dibêje ku ew komele sala 1919´an li dora meha Gulanê hatîye sazkirin. (Prof. Tarık Zafer Tunaya, Türkiyede Siyasi Partiler (Partiyên Sîyasî li Tirkiyê), r. 429, Hürriyet Vakfı Y. 1988 İstanbul, s. 404m – 413) Lê ev tarîx ne rast e. Ji ber ku li ser ragîhanek em têdigihîşin ku komele çend meh berîya meha gulanê sazkirî bûye û di xebatê da bûye. Ev ragîhan, di derbarê sazkirina ”Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê û Weşanan” (Kürd Tamim-î Maarif ve Neşrîyat Cemiyeti) da bûye û di tarîxa 02-01-1919´an da di kovara ”Jîn” da derketîye. Eslê vê ragihanê Tirkî ye û M. E. Bozarslan wê zivirandîye bo Kurmancî û weha ye:
”Jibo ku li ser ziman û dîrok û cografya û abûrî û sosyolojiya Kurd lêgerîn bên kirin, pirtûk bên weşandin û jibo ku di nava Kurdan da zanînên hevdem bên belavkirin, dê komeleyek bi navê ”Komela Kurd jibo belavkirina Zanînê û Weşanan” bê sazkirin. Hazirîya di vî babetî da temam bûye. Jibo ku muamela tesdîqê ji hukumeta qedirbilind ra bê pêşkêşkirin, divê ku komita kargêr bê bijartin. Jibo vê yekê, daxwaz ev e ku kesên pêwend, roja 10´ê kanûna paşîn roja înê piştî nîvroyê saet di 2´an da werin Komela Kurdistanê (Kürdistan Cemiyeti) ya ku li kuça pey Dîwana Hesaban (Divan-i Muhasebat) di koşka Behcet Paşa da ye. ” (M. E. Bozarslan, Eynê eser, r.26)
Zinnar Silopî jî di pirtûka xwe ”Doza Kurdistan” da ragîhandîye ku Komela Pêşketina Kurdistanê piştê îmzakirina peymana agirbirrînê di navbera dewleta Osmanî û dewletên hevgirtî da hatîye sazkirin. (Z. Silopî, Doza Kurdistan, r.52)
Dr. Nûrî Dêrsimî jî di pirtûka xwe ”Kürdistan Tarihinde Dersim” (Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim) da nivîsîye ku piştê îmzakirina peymana agirbirrînê ew çûye Stanbolê û bûye endamê Komela Pêşketina Kurdistanê, di oxira doza neteweyî da dest bi xebatê kirîye. (Dr. N. Dêrsimî, Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim, r.120, Çapxana Anî, Heleb- 1952)
Tê zanîn ku peymana agirbirrînê di navbera dewleta Osmanî û dewletên hevgirtî da, di tarîxa 30-10-1918´an da hatîye îmzakirin. Li gora ku komele piştê wê tarîxê hatîye sazkirin û berî tarîxa ragîhana jorîn sazkirî bûye, em bi hêsanî dikarin bêjin ku Komela Pêşketina Kurdistanê di meha 11an yan jî ya 12an a 1918an da hatîye sazkirin. (M. E. Bozarslan, Eynê eser, r.23)
Sazkerên komelê Xelîl Xîyalî, berpirsîyarê ”Jîn”ê Hemzeyê Mûksî û Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî bûne. Paşê piranîya xwenda û zanayên Kurdan ên li Stanbolê, bûne endamên wê; bi wî awayî komele di demeka kurt da xurt bûye. Di kongrê da Civata Kargêrîya Komelê weha pêkhatîye: (Zinnar Silopî, Doza Kurdistan, r.52-54)
Serek: Seyid Evdilqadir (Şemdînan); Alîkarê Serek ê Pêşîn: Emîn Alî Bedirxan (Botan); Alîkarê Serek ê Diduyan : Fuad Paşa (Silêmanî); Sekreterê Giştî: Hemdî Paşa, Muhasib: Seyid Evdilah (Kurê Seyid Evdilqadir); Endam: Mîralay Xelîl Beg (Dêrsim); Endam: Mîralay M. Elî Bedirxan (Botan); Endam: M. Emîn Beg (Silêmanî); Endam: Xoce Elî Efendî; Endam: Şefîq Erwasî (Wan); Endam: Prof.Şukrî Baban (Silêmanî); Endam: Fetullah Efendî; Endam: Dr. Şukrî Mihemed (Paxirmaden)
Her wek di vê lîsteyê da em dibînin di rêveberîya komelê da ji gelek bajarên Kurdistanê (wek Amed, Wan, Hekarî, Kerkûk, Silêmanî, Mahabd û Sine) yên cuda kesayetên zana, navdar û naskirî û xwedan nufûz hebûne. Heman wêne xwe di navên endaman da jî nîşanê me dide. Endamên tewr naskirî û xebatkar ev bûne: Dr. Fuad Berxo (Amed), Kemal Fewzî (Bedlîs), Necmeddîn Huseyn (Kerkûk), Kamran Bedirxan (Botan), Serekê Karkerên Kurd Reşîd Axa, Qazîzade Mistefa Şewqî (Mehabad), Mihemed Mîhrî (Sine), Emîn Feyzî (Silêmanî), Memdûh Selîm (Wan), Evdilwahîd Berzencî (Silêmanî), Dr. Hemîd Şakir, Law Reşîd, Yamulkîzade Evdilezîz (Silêmanî), Evdirehîm Rehmî (Hekarî) (M. E. Bozarslan, Eynê eser, r.27)
Navenda (merkeza) komelê li Stanbolê bûye; lê li Amedê, Bedlîsê, Xarpêtê û Dêrsimê jî şaxên wê hatine vekirin.
Pesnê Prensîpên Wilson
Di gelek nivîsarên kovara ”Jîn” da li ser Prensîpên Wilson û li ser xwedîyê prensîpan Serekkomarê Emrîkayê Thomas Woodrow Wîlson bi xwe, pesin hatine nivîsîn. Em dikarin çend mînak ji wan pesnan li vir binumînin.
Di jimareya pêşîn da nivîsarek bi îmza ”Kurdek” û bi sernivîsara ”Kurd ne di xewê da ne” derketîye. Di wê nivîsarê da li ser prensîpên Wîlson weha hatîye gotin:
”Hozan û bîrbirê Emrîkayê yê xwedîyê dîtina kûr û bilind Emerson, 10- 15 sal berê, nivîsareka ku li ser şer nivîsîbû weha duwayî lê anîbû: ´Ey Emrîkaya Xwedê û mirovîyê! Li cîhanê dê şer bibe fermanrewa, yan aştî? Ê ku biryara vê yekê bide tu yî, tenê tu yî´. Zeman, wezîfa eşkerakirin û tetmînkirina vê daxwaza xwedayî ya Emrîkaya xwedayî, da Wîlsonê Emrîkî. Ganê Washington ê azad û bilind, dilê Long Fellon ê evîndar û hesas, di zanîn û pêkanîna Wîlson da jîyaneka teze û germ dijî.” (Jîn, jimare 1, r. 6)
Kamran Alî Bedirxan, di nivîsara xwe ya bi sernivîsara ”Jibo Kurdistanê” da weha gotîye:
”Di her çarde mercên Wilson da tê ragîhandin ku, bingehê kargêrîya her neteweyek xwe bi xwe, êdî dê li cîhanê danişe; her weha tê eşkerakirin ku, mirovî êdî dê jibo amancên sîyasî nebe leystok. Aha ev, pêşnîyazeka wisa ji dil e ku, layiqê mîsyonerîya mirovîyê û fazîletê ye.” (Jîn, jimare 3, r. 5)
Em di nivîsara Evdirehîm Rehmî ya bi sernivîsara ”Halê me yê hazir” da jî van rêzên jêrîn dixwînin:
”Belê, em Kurd heta nuha me his nekir ji ber destê hukumeta Tirkan derkevin, yanî ji menzûma Osmanîyan derkevin. Nuha em temaşe dikin, Wîlson dibêjit ´çi Tirk nebit nadine Osmanîyan´. Hal ew e ku cîyê me dibêjin´ê Kurdistan; xeyrê du- sê memûran, ew jî ji ber memûrîyetê hatine cî bûne, bil ji wana çu Tirk çunînin. Wekî Tirk çunînin, ma Ermenî, mixeyn? Hindî Ermenî ne, mîqdarê sedan pêncê me nînin. Mixeyn jî sedan du bi zor teşkîl diket. Paşê hingê, ji xeyrê Kurdan çu milletê dî çunînin. Wekî we ye, Kurdistan heqê Kurdan e, ji xeyrê Kurdan heqê kesê nîne.” (Jîn, jimare 6, r. 14- 15)
Dîsa Kamran Alî Bedirxan, di nivîsara xwe ya bi sernivîsara ”Kurdistan û Kurd” (Kürdistan ve Kürdler) da weha nivîsîye:
”Cereyanên sîyasî yên nuhayîn çi dibin bila bibin û bergehekî çawa digirin bila bigirin; tiştê hemin ev e ku, xweşdivîyê mirovîyê, Serekê bilind ê hukumeta Dewletên Emrîkaya Yekbûyî cenabê Wîlson ê ku ji kursîya zanîngeha bilind derbasê sandalya serekîyê bûye, ew rastîya balkêş a adil û bilind a ku ji fikra wî derketîye û dewletên Ewrupayê jî bingehên wê rastîyê yên heqnaskî û edaletnaskî qebûl kirine, ew rastîya adil û bilind dê bi ser hemî fikran û hemî meylên neheqîyê keve.” (Jîn, jimare 9, r. 6)
Îhsan Nûrî, ku paşê bûye pêşewayê Bizava Agirîyê, di nivîsara xwe ya bi sernivîsara ”Prensîpên Wîlson û Kurd” (Wilson Prensipleri ve Kürdler) da weha gotîye:
”Ew gotara mirovevînkî ya Serekkomarê Emrîkayê cenabê Wîlson ê ku mirovîyê dixûne pêşberê edalet û heqîya dadgeha wijdanê, ew gotar, jibo birînên netewe û gelên heqxwarî û mezlûm ên ku bi salan e di binê derba neheqî û zordestîyê da dinalin, jibo birînên wan ên ku tim xwînî ne û tim diçizin, wek pêçana ku bibe despêka şîfayê, tesîr kir.”(Jîn, j.15, r. 3- 4)
Ji bil van nivîsarên jorîn, di tarîxa 17-07-1919an da, heyetek ji Komela Pêşketina Kurdistanê bi navê ´Demoqratên Kurdan´ çûye dîtina Qomisyona Lêgerînê ya Emrîkayê ku li Stanbolê bûye. Heyetê, doza Kurdistanê bi qomisyonê daye zanîn. Ew heyet ji Necmeddîn Huseyn, Abûqat Ezîz û berpirsîyarê kovara ”Jîn” Memduh Selîm pêkhatîye. Heyetê ji qomisyonê ra gotîye ku:
”Cîyên ku Kurd di wan da piranî ne, di wan cîyan da tenê heqê neteweyî yê Kurdan dibe babetê peyvê. Piranîya Kurdan li wan cîyan berdewam e. Heqê ku Kurd dixwazin ne tenê li gora daxwazên wan e, lê her weha li gora Prensîpên Wîlson e jî.” (Jîn, jimare 23, r. 1- 2)
[1]